Malbata Şenyaşar: Bêdengî şirîkatiya bi zilmê re ye 2022-05-06 13:10:24   RIHA - Emîne û Fertî Şenyayar ku li ber Edliyeya Rihayê di nobed edaletê de ne gotin, "Rastî alkera bû. En bêdeng dimînin şirîkê zilmê ne."   Emîne Şenyaşar, ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîranê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de ne. Çalakiya Emîne û Ferşt di roja 424'an de berdewam dike.   Li ser hesabê medya dîjîtal a malbata Şenyaşar peyamek hate parvekirin û wiha hat gotin, "Hikumet û Serkomarê ku ji bo edaletê bûn desthialtdar, bi daxuyaniyên xwe yên piştî komkujiyê re dadgerî pûç kirin. Rastî hemû eşkere bûn. Wezîrê demê Ahmet Eşref Fakibaba yê AKP'î diyar kir ku ew hatiye xapandin. Yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin hemû şirîkê zilmê ne."