Perwîn Yusuf: Destkeftî bi îxanetê tên tunekirin 2022-05-06 09:04:35   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusuf bal kişand ser hevkariya Tirkiye û PDK'ê û got: "Îro armanc ne tenê Çiyayên Kurdistanê ye. Armanc tevahiya kurd û Kurdistanê ye. Niha destkeftî bi îxatenê tên tunekirin, lê pêwîste ku em xwedî li destkeftiyen xwe derkevin."   Tirkiye bi hevkartiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên li ser Herêmê Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser axa Herêma Federal a Kurdistanê ve didomîne. Bi taybetî herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ye Arteşa Tirk ji hewayî û bejahiyê êrişan pêk tîne. Nîşaneya hevkariya Enqere, Bexda û Hewlêrê li Şengalê jî xwe da der.    Derbarê hevkarî û êrişên ku pêk tê de bertek û nerazîbûnên raya giştî didomin. Tekildarê mijarê Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusuf ji ajansa me re axivî.   Polîtîkayên Enqere, Bexda û Hewlêrê   Perwîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên hevkar ên Hewlêr, Enqere û Bexdayê û got: "Ev demek dirêj ê li çiyayê Kurdistanê êrişên hovanê pêk tên. Em jî wek Gelê Kurd li Rojavaye Kurdistanê van êrişan dişopînin. Em ê heta dawiye pişgiriya xwe ji bo gerîlaye Kurdistanê berdewam bikin. Dewleta tirk ev demêk dirêje êrişê herêma Başûr dike. Lê ji ber ku ne gihişt armanca xwe niha jî bi hevkariya PDK’ê û Hikûmeta Iraqê van êrîşan berdewam dike. Em dizanin ku pêşmerge ji bo axa Kurdistanê biparêzin hatine avakirin. Lê mixabin niha bin navê pêşmergeyan hêzin çete êrişê kurdan dikin."   'Destkeftî bi îxanetê tên tunekirin'   Perwîn, destnîşan kir ku îxaneta mala Barzanî li Kurdistanê carek din xwe dubarê kir û wiha bi lêv kir: "Di dîroka Gelê Kurd de gelek mînakê xiyanete hene ku nehîştinê kurd bigihijin armanca xwe. Îro jî ev dîrok xwe dubare dike. Destkeftin me ên bi sala ne ku di encama berxwedanê hatine bidestxistin, bi taybetî jî ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye girtin niha bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê ve tên tunekirin."   'Pergala li Rojava ji bo Rojhilata Navîn mînak e'   Perwîn, da zanîn ku niha pergaleke demokratîk li Rojava tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek destkeftinên mezin di nava van çend salên derbasbûyî de hatine destgirtin. Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn mînak e. Lê Dewlata Tirk û çeteyen wî her tim êrişe vî pergalê dike û naxwazin pergal bê meşandin. Her wiha a ku li hemberê li vî zîhniyetê derdikevê û têkoşîn dide meşandin gerîlayen Kurdistanê ne ji ber vê gerîlayen Kurdistanê bi salane Gelê Kurd di parezê û li hember zîhniyeta desthilatar li ber xwe dide. Mînaka ve ya herê ber bi çav jî Şengal û Başûrê Kurdistanê bû."   'Gerîla kurd û Kurdistanê diparêze'    Perwîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser parastina kurd û Kurdistanê: "Ger gerîla nînbûya wê di nava 24'ê seatan Hewlêr biketa destê çeteyan. Yên ku kurd û Kurdistan parast dîsa gerîla bû. Ji ber ve gerîla heza parastina kurda ye. Em jî wekê Gelê Kurd heta dawiyê dê piştrgiriya xwe ya ji bo gerîlayan bidomînin. Bila Dewlata Tirk baş bizanê ku kurd her ku diçe dî cîhanê de tên naskirin û we demek bêsitatuya kurd û Kurdistanê jî bên nas kirin. Di encamê dê bi berxwedana Gelê Kurd û têkoşîna kurd ev pêk be.’’   'Gelê kurd tehma azadiyê girtiye'    Perwîn Yusuf, diyar kir ku îro armanc ne tenê Çiyayên Kurdistanê ye û wiha got: "Îro armanc ne tenê  Çiyayên Kurdistanê ye, armanc hemû Kurd in. Ji ber ve pêwîste em wan destkeftiyen xwe xwedî derkevin. Hedef ew e ku Gele Kurd carek din di dîrokê de bê veşartin. Îro wekê nûnerê Gelê Kurd mala Barzanî dixwazin bidin pêş lê heta niha mala Barzanî ji dervê îxanetê ji bo kurdan çikiriye. Gelo? Niha Kurdistan bê firotin û bê windakirin ne xema vê malbeteye. Ji ber ve Gelê Kurd pêwîste li hemberê xiyaneta Barzanî bisekine. Dîrok we xiyanetê lêpirsin bike, em çewa niha behsa dîroka Kurdistanê dikin. We rojek bê Gelê kurd dîsa hesabê xiyanetê bipirse."   'Ji bo azadiyê dê têkoşîne bidome'   Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kurd bi her awayî şiyar bûne. Êdî kes nikare me bixapîne. Kurd bûye xwedî fikir û zanistê. Gelê Kurd tama azadiye girtiye. Êdî paşve gav navêje. Dê her pêşve bimeşe. Ji bo azadiya xwe we têbikoşe."