ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-06 09:00:00   * "Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe bi hev re bi awayekî rêxistinkirî dest bi nîqaşê kirin û ev jî bi hêrsa ku bi salan ketiye ser hev dikare bê vegotin.  Em dikarin ji vê re bejin sedsala ‘kesên bi goreyên şîn’ jî. Rayagiştî ava kirin û ji bo derfetên perwerdê biafirînin xebat meşandin. Zemîna ku têkoşîna mafê dengên jinan ava kir, têkoşîna mafê perwerdê bû." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yusuf bal kişand ser hevkariya Tirkiye û PDK'ê û got: "Îro armanc ne tenê Çiyayên Kurdistanê ye. Armanc tevahiya kurd û Kurdistanê ye. Lê pêwîste ku em xwedî li destkeftiyen xwe derkevin." BI DÎMEN   *Jinên ku di 1'ê Gulanê de daketin qadan,destnîşan kirin ku ew ê bi têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe pergala yekperest a li dijî jinê têk bibin. Her wiha jinan li dijî polîtîkayên şer taybet banga piştgiriyê û mezinkirina têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE   *Jinên elewî diyar kirin ku Gelê Kurd bi sedsalan e neçare xwe biparêze û gotin Gelê Kurd gelekî qedîm e û dê bi şer neyê tunekirin. DÎMEN HEYE   *Menîce Yenî û Fevziye Kolakan der barê Roja Dayikan de axivîn û diyar kirin ku daxwaza wan bidawîbûna şer û binpêkirina maf e û li ser têkoşînê sekînin. BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Heco, diyar kir ku ew weke jinên êzidî li dijî êrîşên ku bên kirin amadene ku tebikoşin û got:"Heta ku berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej li ser Şengalê bê encam bimînin."  DÎMEN HEYE   *Têkîldarî êrîşên li dijî avahiya HDP'ê ya navendê, li navçeyên Cizîr û Qilebanê ya Şirnexê, di heman wextê de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.(13.30)