Êrişa li hemberî HDP'ê li Amedê hat şermezarkirin: HDP gel e, gel li vir e 2022-05-05 19:37:39   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, li dijî êrişên ser navenda partiya xwe daxuyaniyek da. Parlamenter Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Hûn çi dikin bikin, hûn çi rêbazê bikartînin bînin, HDP gel e, gel li vir e. Em bang li muhalefetê dikin û dibêjin em dikarin bi hev re li dijî faşîzmê têbikoşin.”   Ev êriş bi bernameyên wezîrê karê hindir pêk tê. Em ji vir bang li wan dikin. Provokirina siyaseta Kurd ne hedê tûkesî ye!”   Komeke ku di bin parastina polîsan de anîn pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne daxuyanî dan. Di provokasyonê de parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bi êrişê re rubiru ma. Herwiha li gel êrişa fîzîkî û devkî ya polîsan gelek HDP’yî jî hatin binçavkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê li dijî êrişên provokatîf, li Parka Koşuyolu ya Rezanê daxuyanî dan çapmeniyê. Ligel rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr parlementerên HDP’ê Remziye Tosun, Tulay Hatîm Ogullari, Nusretin Maçîn û Meral Daniş Beştaş beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'HDP gel e, gel li vir e, kes nikare vîna gel bişkîne' hat vekirin.   ‘Ne hedê we ye’   Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Em ji Amedê bersiva wezîrê karê hindir didin. Me dît hûn dikarin çi bikin. Çend dayikên hatine li ber deriyê HDP'ê ne tesadufî ne. Em dizanin ku bi bername û plana wezîrê karê hindir ev êriş pêkhat. Em dizanin hûn çidikin. Hûn dixwazin me ji siyasetê sar bikin. Hûn dixwazin me û xebatên me proveke bikin. Lê em nayên wan provokeyan. Êrişkirina HDP'ê ne hedê tu kesî ye. Niha dîmenek wisa derdikeve pêşiya me. Di rewşa asayî de ger ku HDP’yî yan ji muhalefet derbikeve çalakiyek demokratîk li dar bixe, wê bi hezaran polîs li derdorê kombibin û asteng bikin. Lewra 3 malbat bi destê polîsan tînin ber deriye HDP’ê û dixwazin çalakî bi wan bidin kirin.”   ‘Karê polîs ne êriş e’   Meral di berdewamiya axaftina xwe de van gotinan kir: “Yên ku vê çalakiyê dikin ne ev malbat in. Yên ku çalekiyê dikin wezîrê karê hindir û polîs in. Ew polîsên ku bi dilek rehet gef li parlementera me dixwe. Ew polîs nikare bixebite, nikare di nava gel de bimîne. Ew potansiyela kujertiyê hildigire. Ew polîs vîna bi hezaran kesî bi mirinê gef lê xwar. Beriya hertiştî divê ew polîs bê girtin. Ev gefeke ne ji rêzê ye. Niha jî ew polîs li ber deriye avahiya me îşkenceyê dikin. Gelek kes lêdan xwar û hatin binçavkirin. Parêzer û nûnerên komeleyên xwestin ji bo piştgiriyê werin partiye lê hatin binçavkirin. Karê polîs girtina ewlehiyê ye, ne êrişkirina vîna gel e.”   ‘Em dikarin bi hev re biguherînin’   Meral wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bê guman mîmarê van êrişan îqtîdar e. Ji bo partiya me bigirin hemû rêbazên keyfî bikartînin. Dibêjin em ê dewletek hiqûqî ava bikin. Ew dewlet bêyî HDP'ê, bêyî kurdan çênabe. Hûn li pêşberî xwe HDP’yîyek serî bitewîne nabînin. We di nava avahiya me de me qetil kir. Lê niha ji wê dozê tenê kesek tê darezandin. We bi hezaran hevalên me girtin nav çar dîwaran. Lê belê HDP her roj bi piştgiriya ji gel mezin dibe. Hûn çi dikin bikin, hûn çi rêbazê bikartînin bînin, HDP gel e, gel li vir e. Tu hêz jî ji gel bihêztir nîne. Em bang li hemû muhalefetê dikin, em dikarin bi hev re, mil bi mil li dijî faşîzmê têbikoşin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşmeyên “HDP gel, gel li vir e”, “Êriş nikarin me hilweşî ne” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.