Koma Êzidiyan a Parlamentoyê: Em pymanên bêyî êzidiyan red dikin 2022-05-05 16:31:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew hemû peymanên bêyî tevlibûn êzidiyan hatine kirin red dikin û got: "Divê hêzeke hevpar a êzidiyan bê avakirin."   Serokê Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo têkildarî rewşa ewlekariya Şengalê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Êzidî rewşa ku niha dijîn weke qirkirin bi nav dikin. Ji bo tunekirina hemû nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina praastina pekhateya êzidiyan zextên navnexweyî bi kar tînin.”   Bi domdarî Sîdo, wiha got: “ Ez ditirsim lihevkirinek di nava hemû aliyan de ji bo dawîlêanîna hebûna pêkhateya êzidiyan li Iraqê were kirin. Daxwawz dikin ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser çarenivîsa herêmên êzidiyan werin rawestandin.”   Sîdo diyar kir ku hemû peymanên ku bêyî tevlibûna êzidiyan hatine kirin red dikin û got: "Divê hêzeke hevpar a êzidiyan bê avakirin."