'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 423 roj in didome 2022-05-05 13:21:38   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 423 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: “Gavek hiqûqî hat avêtin lê hêj jî daxwazên me nehatine cih.”    Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 423’yemîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyê û nobedê da destpêkirin.     Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku nêzîkî 4 sal in têkoşîna wan edaletê didome û got: “Meh, demsal derbas bûn, meha Remezanê qediya lê hê daxwaza me ya edaletê bi cih nehat. Ji ber ku edalet bi cih nayê, ez û dayika xwe li ber edliyeyê rûdinên.    Piştî 4 salan gavek hiqûqî hat avêtin, ji kujeran 4 kes hatin girtin. Ev tenê gavek hiqûqî ye. Em gazî rayedarên darazê dikin, gavek hiqûqî hat avêtin lê hê daxwaza me nehatiye bicihanîn. Birayê min Fadil 4 sal in bi awayek neheq girtî ye û li hucreya yek kesî tê ragirtin. Daxwaza dayika min ew e ku lawê wê tavilê bê berdan. Heta lawê wê neyê berdan dê dayê ji ber edliyeyê neçe cihek din. Bi milyonan kesî xwedî li têkoşîna dayê derdikeve. Daxwazên me ya edaletê helbet dê were cih. Em dixwazin ev gavek beriya gavekê pêk were. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.”