ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'AN 2022-05-05 09:00:00   *Li gorî çeteleya ajansa me kom kiriye di meha nîsanê de 31 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin û 3 jin û zarokê jî  bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Di meha nîsanê de jî gumanbar bê ceza hatin hiştn û hewldanên xwe yên qetilkirinê domandin. ÇETELEYA ŞÎDETÊ   *Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê Ayşe Aydogan der barê êrîşên AKP-MHP- PDK’ê yên li hember Herêma Federe ya Kurdistanê nirxandin kir û got ji bo şer butçe tê veqetandin û ev jî dibe sedema krîza aborî. DÎMEN HEYE   *Şêniyên Tarlabaşi ku bi çêkirina mîdye debara xwe dikin diyar dikin ku ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin û gotin butçeya gel ji bo şer tê veqetandin. DÎMEN HEYE   *Welatiyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê ku bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne dan û gotin: “Em kurd bi salan in tên kuştin. Lê em hîn li ser piyan in. Berzanî ji bo kurdan rûreşiyek mezin e. Bila li çar aliyê Kurdistanê Gelê Kurd rabe ser piyan.” DÎMEN HEYE   *Dayika Cemîle Çagirga ya ku li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga, anî ziman ku di vê Roja Dayikan de ew vê rojê bi êş û dilşikestî pêşwazî dikin û wiha bal kişand ser êrîşên ser Başûr: “Erdogan li vir zarokên me qetil kir, niha jî êrîşê Başûr dike. Em dayik jiyanek azad, aştiyane û aram dixwazin.” BI DÎMEN