Di 'Nobeda Edaletê' de banga têkoşîna bi hev re hat kirin 2022-05-04 16:52:23     ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin 56 roj in çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" berdewam dikin.  Ji xizmên girtiyan Medîne Kaymaz got, "Em bi zarokên xwe re û bi serokê xwe re nikarin hevdîtinê bikin" û banga têkoşîna bi hev re kir.   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 56'emîn de li Nunertiya Partiya Herêmên Demokratîk a Egeyê berdewam dikin. Rêveberên TUHAY -DER'ê serdana malbatan kirin.   'Me vê cejnê jî zarokên xwe nedîtin'   Di çalakiya nobedê de dayika Bayram Kaymaz ê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de Medîne Kaymaz axivî û got, "Me di vê cejnê de jî zarokên xwe nedîtin. Mevê carê jî cejn nedît. Zarokên me nexweş in û nayên dermankirin. Kesên cezayê wan diqede nayên berdan. Em dayik in bi vê gelek xemgîn dibin. Em ne bi zarokên xwe re ne jî bi serokê xwe re nikarin hevdîtinê bikin û nikarin bi zimanê xwe biaxivin."   Medîne li gel hemû zextan banga mezinkirina têkoşînê kir.