Komkujiya Dêrsimê hat bîranîn: Cihê goran aşkera bikin 2022-05-04 16:17:10     DÊRSIM - Kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku cihê gorên kesên ku jiyana xwe ji dest dane bên aşkerakirin.    Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê, Komeleya Elewiyên Demokratîk û partiyên siyasî kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Ji bo bîranînê gelek kes li Qada Seyîd Riza hatin gelhev. Di bîranînê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin û pankarta "Ma terteleyê Dersimî xo vîra nêkerd, xo vira nêkemê" hat vekirin. Li ser navê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin bi dimilkî û tirkî hat xwendin.    Di daxuyaniyê de pêvajoya berî komkujiyê û piştî komkujiyê hat vegotin û hat destnîşankirin ku plana komkujiyê ji aliyê damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal ve hatiye amadekirin. Di daxuniyê de hat diyarkirin ku zihniyeta komkujiyê ya demê îro ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê ve tê domandin û banga hevrûbûna bi komkujiyê re û lêborîna fermî li dewletê hat kirin û hat xwestin ku arşîvên komkujiyê yên Serfermandariya Giştî û Meclisê bên vekirin.    'Navên gund û gundikên Dersimê lê vegerînin'   Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çîftçî axivî û qala tiştên ku di komkujiyê de pêk hatine kir û daxwaz kir ku navê Dersimê û gund û mezrayên wê lê bê vegerandin û cihê gorên qurbaniyên komkujiyê bên aşkerakirin.    Piştre Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axivî û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn.   'Cihên goran aşkera bikin'   Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di destpêka axaftina xwe de Seyîd Riza û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û got ku 4'ê Gulanê roja reş e û piştî vê rojê bi awayekî sîstematîk bi deh hezaran jin, zarok û mêr hatine kuştin. Mîdhat, lêborîna serokwezîrê demê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a di 23'ê mijdara 2011'an de bi bîr xist û diyar kir ku  derxistina heqîqetê ya holê lêborîna fermî ye.    Sancar jî daxwaza kir ku cihê gorên qurbaniyên komkujiyê bên tespîtkirin û navê Dersimê û gundên wê lê bên vegerandin.     Bîranîn bi dûrşmên " Wê roj were dewran biguhere û kujer hesab bidin gel" bi dawî bû.    Heyeta ku tev li bîranînê bû, ji bo ku bîranînekê li wir jî pêk bîne derbasî Avzêmên Halvoriyê yên li Geliyê Mûnzûrê bû.