Xizmên girtiyan ji ber ATK'ê bang kirin: Berxwedan jiyan e 2022-05-04 14:36:41     AMED - Xizmên girtiyan ji ber ATK'a Amedê bang kirin ku tundiya li girtiyan tê kirin bê bidawîkirin û gotin, "Berxwedan jiyan e."   Nobeda Edaeltê ya ku xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bi armanca ku girtî bên berdan dane destpêkirin îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê berdewam kir.  Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY -DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) jî bi armanca piştgiriya malbatan bikin hatin ber ATK'ê.    Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan, diyar kir ku ew 6 meh in "Nobeda Edaletê" digirin, rayedaran heta niha tu gav neavêtine. Nazîmeyê daxwazên xwe anîn ziman û got, "Em mafên zarokên xwe dixwazin. Min xwest ku vê cejnê biçim serdana lawê xwe lê ji ber ku dûr bû min nikaribû ku biçin. Lwê min nexweşê giran e û divê bê dermankirin. Lê nayê dermankriin. Heta ku nexweşiya min destûrê bide ez ê têkoşîna mafên girtiyan ku lawê min jî yek ji wan e bidim."   'Berxwedan jiyan e'   Reşahat Ada ya ku çalakiyê berdewam dike jî wiha got, "Me edalet xwest, lê wan pêk neanî. Zarokên me derman nakin. Dema ku em diçin serdanê em dibînin ku rewşa wan çiqes xirab e. Zextan li wan dikin. Lê li dijî van pêanînên wan em xizmên girtiyan jî heta dawî em mê ji bo wan têkoşînê bidin û mafên wan biparêzin. Ez cejna hemû girtiyan pîroz dikim û dibêjim berxwedan jiyan e."   Daxuyanî bi dirûşmên "Maf hiqûq adalet" û bi çepikan bi dawî bû.