HDK'ê Komkujiya Dersimê bi bîr anî 2022-05-04 13:22:46     STENBOL - HDK'ê têkildarî Qirkirina Dersimê daxuyaniyek da û got, " Bi rê û rêbazên cuda komkujî û êriş dewam dikin."   Meclîsa Gelan û Baweriyan a Konrgeya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî Qirkirina Dersimê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di sala 1937-38'an de gelek êş bi nirx û pîroziyên Dersimê kişandin ku ezman li ber vê êşa giran ket. Yên li geliyê Laçê hatin qetilkirin, yên li şikeftan bi gazê hatin qetilkirin û bi hezaran gorên komî yên li ser her bihosta xaka Dersimê nîşaneya vê qirkirinê ne. Bi veşartîhiştina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî re ispat dikin ku ew di komkujiyê de israr dikin. Bi rê û rêbazên cuda jî be komkujî û êriş niha jî dewam dikin."   HDK'ê diyar kir ku sîstema ku rêbaza komkujiyê guhert, niha qirkirina çandî dike û got, "Bi navê gelên Tirkiyeyê, ku zimanê wan hatiye qedexekirin û tunekirin li baweriya wan hatiye ferzkirin, em dibêjin; rûbirûbûna bi dîrokê re, xwestina lêborînê ji gelê Dersimê wê civaka me xurtir bike."   Di daxuyaniyê de hate xwestin ku di sala 85'an a komkujiyê de arşîvên dewletê bêne vekirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bêne eşkerekirin, aqûbeta keçên winda yên Dersimê bê eşkerekirin, dema ku arşîva komkujiyan hemûyan bi belgeyên wê hate eşkerekirin hingî weke gelên Tirkiyeyê wê gavên destpêkê yên rûbirûbûnê biavêjin.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rûbirûbûnê em ê karibin hîmê jiyaneke wekhev û azad û paşeroja xwe ava bikin. Di şexsê Seyîd Riza û hevrêyên wî de hemû qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin."