Li dijî şer nobeta jiyanê: Werin em dawî li şer bînin 2022-05-03 19:33:51     ŞIRNEX - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, di nobeta jiyanê de bang kir û wiha got: “Banga me ji hemû sazî û dezgehan re ev e; Werin em dawî li mirin û şer bînin.”    Li dijî herêmên Zap,Metîna û Avaşînê di 15’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê Tirkiyeyê ji hewayî û bejahî êrîş hatibû destpêkirin. Li dijî şerê ku li dijî herêma Federal a Kurdistanê hatiye destpêkirin, roja cejnê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navend û navçeyan “Li dijî şer nobeta jiyanê” dabû destpêkirin.Nobeta  ku duh li navenda Şirnex û navçeyê wê berdewam kirî, îro li navenda Şirnexê bi girseyî hat girtin.    Parlementerên HDP’ê yê bajêr Nuran Îmîr,Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan,aktivîstên TJA’yê,hevşaredarên Sîlopyayê,Cizîr û Hezexê,KESK û gelek welatî tevlî bûn. Di nobetê de pankarta ku gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin“Me li berxwe da û çok danenî bi me serbilind bin”, “Tecrît sûcê mirovahiyê ye” ,”Em HDP’yî ne li ber serkeftinê ve  dimeşin” ,” Em HDP’yî ne li her derê ne”hatin daliqandin.    Çalakiya nobetê bi klamên dayikan dest pê kir û bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” berdewam kir.Di çalakiyê de welatiyan pêvajo nirxandin û daxwaz kirin ku şerê navxweyî bi dawî bibe.   Nobet heta saet 5’an berdewam kir. Li ber dawîbûna çalakiyê HDP’yîyan li ber avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyanî dan.    Di daxuyanîyê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gûngen axivî. Abdullah, diyar kir ku li dijî şerê navxweyî pêwistî bi tifaqiyê heye û wiha got:” Îro roj roja tifaqiya gelê Kurd e. Heger li rojhilatanavîn yêkitiya gelan neyê avakirin wê jiyaneke nû neyê avakirin. Heger ku yêkitiya me tune be wê azadî jî nebe. Em li hemberî şer dibêjîn aşitî. Em hêvîdar in ku ev sedsala 21’emîn wê bibe sedsala serkeftina gelê kurd. Divê em li hemberî şer bibin yek.”   ‘Kerem bikin werin’   Piştre parlementerê HDP’ê yê bajêr Hasan Ozguneş axivî. Hasan jî anî ziman ku şerê heyî zirarê dide deskeftiyên gelê kurd û got: “Keremkin werin şûna şer aştiyê pêk bînin. Şûna ku li ser sînoran şer bikin, bila mîna Ewrûpayê vekin. Dewlemendiyên Rojhilata Navîn bixin xîzmeta gelan. Em li dijî şer û mirinê ne. Li hemberî her cûreyê şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Banga me ji hemû sazî û dezgehan re ev; Werin em dawî li mirin û şer bînin. Werin em bibin leşkerên aştiyê. Werin em bi hev li dijî şer bisekinin . An em em ê bi ser bikevin, an em ê bi serbikevin.”   ‘Wê çalakiyên me bidomin’   Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr jî axivî. Nuran jî bi diyar kir ku ew ê li her qadan de têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt got: “Bi salane bedelên mezin li ser axa me tên dayîn. Weke gelê Botanê em li dijî vî şerî li ber xwe didin. Em wek partî û wek gel li dijî şer in. Têkoşîna me ya li dijî şer wê bidome. Ji bo parastina jiyanê em ê bi çalakiyên cuda nobeta jiyanê bidomînin.”   Nobet bi dirûşmeyên “Jin şer naxwazin” bi dawî bû.