ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'AN 2022-05-03 09:00:00     *Dayika Fatma Akan a girtî Ayten Akan, destnîşan kir ku kengê têkoşîn û berxwedanek mezin pêk tê dewlet hêrsa xwe di serê girtiyan re derdixe. Aytenê diyar kir ku tevî zilm û îşkenceya tê kirin jî dê berxwedan û têkoşîn bi ser  keve. DÎMEN HEYE   *Cîgira Serokatiya Baroya Amedê Zuhal Işik a beşdarî doza li Dadgeha Bilind a têkildarî Peymana Stenbolê bû wiha got:"Dîtina hevpar a jinên beşdarî rûniştinê bûn ew bû ku Peymana Stenbolê ji bo wan xeta sor e. Jin ji bo rihê Peymana Stenbolê bidin jiyîn li wir bûn." DÎMEN HEYE   *Yemuş a 101 salî û şahida Komkujiya Dêrsimê da zanîn ku tevî ji ser komkujiyê sal derbas bûne jî wê komkujî ji bîr nekiriye û got:"Xwestin ziman, ol û çanda mirovan tune bikin." DÎMEN HEYE   *Îro hem roja avakirina Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê ye hem jî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Jinên rojnameger di bin banê MKGP'ê ya 5 sal berê ava kirin xwe bi rêxistin kirin û gotin:" DÎMEN HEYE