Li Şirnex û navçeyên wê 'Nobeda jiyanê' dest pê kir 2022-05-02 13:23:42     ŞIRNEX - HDP, li Şirnex û navçeyên wê li dijî operasyonên ku li Herêma Kurdistan a Federal hatiye destpêkirin bi dirûşma "Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan" li avahiyên partiya xwe dest bi çalakiya "Nobeda Jiyanê" kir.   Rêxistinên navend û navçeyên Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî operasyonên ku li Herêma Kurdistan a Federal hatiye destpêkirin bi dirûşma "Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan" li avahiyên partiya xwe dest bi çalakiya "Nobeda Jiyanê" kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên navendê û gelek kes tevlî çalakiya nobeda ku li avahiya HDP’ê ya Şirnexê bûn.   ‘Dilê me diêşê’   Di çalakiya ku hat detpêkirin de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen, cejna remezanê li hemû gelan pîroz kir û daxwaz kir ku ev cejn bibe sedema azadî, aştî û aramiyê. Abdullah, got ku cejn tê wateya kêfxweşiyê, lê ew di vê cejnê de dibînin ku şerekî dijwar hatiye destpêkirin û wiha domand: “Lê belê di vê cejnê de êrîşek dijwar hatiye destpêkirin û dilê me diêşê. Li Kurdistanê li ser gelê kurd êrîşek hovane tê meşandin. Ji ber vê yekê jî li hember şer me li Botanê ji bo du rojan dest bi çalakiya jiyan û aştiyê kirin. Em ji şer re dibêjin na, ji aştiyek mayînde re dibêjin êrê. Em bang li hemû gelê Botanê dikin ku xwedî vê nobedê derkevin.”   ‘Ev konseptek şer e’   Hasan Ozguneş ê HDP’yî jî bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê MHP seranser êrîşekê li ser gelê Kurdistanê û hemû hêzên azadîxwaz dimeşîne û wiha domand: “Em dibînin ku êrîşek li ser Başûr, Şengal û Rojava heye. Li Bakur li ser hêzên me yên demokratîk êrîş heye. Li ser gelê me û partiya me heye. Ev konseptek şer e. AKP ji bo şerê di navbera Ûkrayna û Rûsya û dewletên NATO’yê de dixwaze vî şerî ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne. Di Rojhilata Navîn de jî şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Wekî hevsengiyekê welatê xwe stratejîk dîbînin û wê stratejiyê di navbera dewletên sereke de dixwazin wekî derfetekê bi kar bînin û hemû hêzên gelê kurd biperçiqîne. Bi feraseta Osmantiya nû dixwazin li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava jî yekser li gorî çarçoveya mîsakî mîlî şer careke din bidin destpêkirin. Armcancek gelek qirêj heye û li ser gelê me jî dimeşînin. Ji ber vê yekê me rêxistinên Botanê biryar dan ku her du rojên cejnê li hemberî şer nobeda aştî, aramî û jiyanê bigirin. Em vê nobetê didomînin. Nobeda me hem îro û hem jî sibehê heye. Em bang li hemû gelê xwe yê Botanê dikin ku piştgiriyê bidin nobetê û li hemberî şerê tunekirinê dengê xwe bilind bikin. Divê em vê faşîzmê û şer bi awayekî demokratîk bisekinînin.”   ‘Rêya aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vebikin’   Hasan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya civakê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 1’ê Gulanê de gel, jin, ciwan û kedkaran li hemberî şer bertekên xwe bi zelalî dan nîşandan. Em nikarin bibêjin ku ev bertekên ku hatine nîşandan têr dike û bes e. Ji niha û pê de jî divê hemû gelê aştîxwaz ku demokrasiyê dixwazin yekser li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê hemû gelê me bi çalakiyên xwe pêşiya vî şerî bigirin. Em bi têkoşîna xwe rêya aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vebikin.”   Piştî axaftinê gelê Şernexî yên ku hatin avahiya HDP’ê bi pîrozbahiya cejnê, piştgirî dan çalakiya nobedê û stran gotin.