Iraqê êrişî Şengalê kir: Dibistan kirin hedef 2022-05-02 13:12:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê ya xwest têkeve bajaroka Sinûnê êrişî Asayişa Êzidxanê kir. Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê dibistan kiriye hedef.   Hêzên artêşa Iraqê duh di saetên êvarî de xwestin bikevin navçeya Sinûnê ya Şengalê. Li ser vê yekê hêzên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ/YJŞ’ê mudaxale kir û nehêla ku artêşa Iraqê bikeve navçeyê. Bi vê yekê re li herêmê şer dest pêk kir. Pevçûnê heta demekê berdewam kir û piştre jî bi vekişîna artêşa Iraqê re sekinî. Lê artêşa Iraqê îro di saetên sibehê de sewqiyateke mezin li Şengal û sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kir.   Piştî ku artêşa Iraqê dest bi êrişan kir jî li herêmê şerekî dijwar dest pê kir. Hat zanîn ku artêşa Iraqê hewl dide ji herêma Tirbikayê bikeve Sinûnê û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.   Dibistan kirin hedef   Li gor nûçeya di Rojnews'ê de cih digire artêşa Iraqê bajaroka Digurê ya Şengalê kir hedef û dibistanek hilweşand.    Liv û tevgera helîkopteran heye   Her wiha li navenda Şengalê û li navçeyên Dîgur, Sinûnê, Xanesor, Medîban û gelek herêmên din jî liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.