'Dê xwedî li berxwedana girtiyan derkevin' 2022-05-02 09:03:36     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Kurê Cemîle Oruç Mehmet Salîh Oruç 6 sal in girtiye. Cemîle diyar kir ku mafên girtiyan tê binpêkirin û got: "Girtî li dijî zilmê li ber xwe didin û serî li ber zilmê natewînin. Divê Gelê Kurd jî xwedî li girtiyan derkevin."   Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya qadan kiriye. Yek jî wan qadan girtîgeh in. Li girtîgehan tecrîdekek giran tê meşandin. Malbatên girtiyan ên ku bi salane li pêy pêkanîna edaletê de ne, çalakiya "Nobeta Edaletê" li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dan destpêkirin. Bi çalakiya xwe bal dikişinin ser polîtîkayên tecrîdê û banga pêkanîna edaletê dikin.   Ji malbatên girtiyan yek jê Cemîle Oruç e. Cemîleya ku kurê wê Mehmet Salîh Oruç di sala 2016’an de dema qedexeya derketina derve de hat girtin, 10 sal û nîv ceza lê hatiye birîn. Mehmet Salîh ê ku 6 sal in girtî ye niha di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Bûrsayê de tê girtin. Dayik wî Cemîle, derbarê binpêkirina mafên girtiyan de axivî.   ‘Kurê min 6 sal in girtiye’   Cemîle, anî ziman ku kurê wê di dema qexeya derketina derve de hatiye girtin û ev 6 sal in girtiye û wiha got: “Kurê min li vir hat girtin û piştre şandin girtîgeha Mêrsînê û li wir 9 mehan ma. Piştî wê tahliye bû hat malê. Nêzî 20 rojî li malê ma û rojekî dîsa bi ser mala me de girtin û wê şandin girtîgeha Mîdyatê. Li Mîdyatê du sal û nîv ma. Piştre girtîgeha Şirnexê û li vir jî rastî gelek îşkence û gefan hat. Beriya 5 meh berê jî kurê min sirgûnê Girtîgeha Bûrsayê hat kirin. Di girtîgeha Bûrsayê de ew û 11 hevalên xwe di qawişekî de dimînin.”   ‘Bi ser qawişên wan de digirin û lêgerînê dikin’   Cemîle, bal kişand ser binpêkirina mafên ser girtiyan û got ku zext û gefên mezin li ser girtiyan tê meşandin û wiha domand: “Kurê min bi telefonê dema bi me re diaxive dibêje ku gardiyan bi ser qawişa wan de digire û lêgerînê dike. Hemû alavên wan belav dikin û dişkînin. Ava germ nadin zarokên me, ceyranên wan dibirin. Xwarina wan ne xweş e. Du roj berê jî rêvebiriya girtîgehê destûrê  neda ku kurê min me bigere. Kurê min ev 6 sal in di nava çar dîwaran de tê girtin. Min kurê xwe herî dawî dema di girtîgeha Şirnexê de bû di hevdîtina vekirî de lê dîtibû. Piştî ku hat sirgûnkirin şûnde min kurê xwe nedîtiye. Kurê min ev 5 meh in li Bûrsayê ye û di vê demê de min bi tenê du caran pê re axivî me. Zilmek mezin li zarokên me dikin. Ev tişta ku tê kirin ma edalete? Destûrê nadin em bi rêya telefonê zarokên xwe re biaxivin. Dilê me dayikan dişewite. Xew nakeve çavên me.”   ‘8 caran bi ser mala me de girtin’   Cemîle, da zanîn ku ji ber rewşa wan a aboriyê zêde nebaşe ew nikarin biçin Bûrsayê ji bo hevdîtina kurê xwe û bi lêv kir: “Girtîgeha Bûrsayê dûre û ji ber rewşa me ya aborî nebaşe em nikarin biçin hevdîtinê. Dema Şirnex û Mîdyatê de bû em diçûn lê didîtin. Lê niha derfetek me ya wisa tuneye. Erdogan zilmek mezin li me kurdan dike. Dixwaze me tune bike. Hikûmet dixwaze me kurdan belav bike. Lê kurd xilas nabin. 7 meh bû kurê min hatibû girtin dîsa polîsan ji bo wî bi ser mala min de girtin. Ji xwe kurê min di destên wan de girtî bû. Çawa dibe carekedin bi ser malê de digirin. Bi tevahî piştî girtina wî 8 caran bi ser mala min de girtin.”   ‘Wek zilma darbeya 12’yê Îlonê ye’   Cemîle, destnîşan kir ku ew ji ber rewşa zarokên xwe bi fikarin û nizanin çi bikin û wiha pêde çû: “Bi awayek kêyfî cezayê axaftina bi telefonê ya mehekî dane kurê min. Kurê min çi kiriye ku vê cezayê lê birîne. Hemû girtî di bin tecrîdê de ne. Tiştek nemaye Erdogan bi me nekiriye. Ev zilma ku îro li ser girtîgehan tê meşandin wekî salên 90’î ye. Zilma darbeya 12'yê Îlonê îro li hemû girtîgehan de tê meşandin.”   ‘Berxwedana girtîgehan didome’   Cemîle, dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku demildest dawî vê zilmê bê û zarokên wan bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila Gelê Kurd xwedî girtîgehan derbikeve. Ji ber vê yekê jî bila rabin li ser piyan. Girtiyên me ku di girtîgehê de bi zilmê re rûbirû dimînin jî berxwedana xwe didomînin. Serî li ber zilmê natewînin. Dixwazin zarokên me ji vê rêyê vegerînin. Lê belê zarokên me ne poşmanin ku li ser vê rêyê ne. Berxwedana girtîgehan didome.”