Li Edeneyê berî cejnê serdana goristanan hat kirin 2022-05-01 14:46:40   EDENE - Li Edeneyê berî Cejna Remezanê li navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregirê yên Edeneyê serdana goristanan hat kirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz, rêveberên HDP’ê yên navçe û bajêr, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Navenda Çandê ya Binevş û gelek kes bi wesîleya Cejna Remezanê, bi pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirinê yên Akdenîzê (AYKAYDER) çûn serdana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu yên navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê yên Edeneyê. Di serdanê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin û gul danîn ser gorên wan.    Girse ewil çû serdana Goristana Kuçukoba ya li navçeya Seyhanê. Di serdanê de ewil rêz hate girtin û piştre jî dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Parlamenter Kemal Pekoz di serdanê de axivî û got ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, her roj ciwan tên qetilkirin û bang kir ku li dijî şer têkoşîn bê mezinkirin. Girse piştre jî çû serdana goristanên Mutlu û Asrî.    'Divê pirsgirêka kurd çareser bibe'   Di serdana Goristana Mutluyê de parlamenter Tulay Hatîmogullari axivî û ev tişt anî ziman: “Di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de şoreşger û welatparêzan bedelên giran dan. Kadrî Bagdu yek ji wan hevalan e ku dema li Edeneyê rojname belav dikir hat şehîdxistin. Em hemû kesên di vê rêyê de canê xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Niha li vir gelek hevalên me yên ku di têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hene. Pirgirêka kurd, birîneke nekewandî ya vî welatî ye. Li şûna ku aştî were avakirin, desthilatdarî êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojava didomîne. Em di erefeya cejnê de dîsa bang dikin û dibêjin ku êdî ev xak ji xwînê têr bû û dema aştî û aramiyê ye. Êdî divê pirsgirêka kurd çareser bibe û ji bo vê jî divê em bi hev re têbikoşin.”