Karker û kedkar: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin 2022-05-01 14:11:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedhezaran karker û kedkar berê xwe dan qadên 1'ê Gulanê û gotin "Em ê bi hev re biguherînin û em ê bi berxwedanê bi ser kevin."   Li gelek bajar û navçeyan bi sedhezaran karker û kedkar diherikin qadên 1’ê Gulanê. Karker, kedkar, jin û gel li dijî şer û pergala kedxwariyê daxwazên xwe tînin ziman. Girseyên ku biryardariya xwe ya yekitî, piştevanî û têkoşînê nîşan didin, her ku diçe qadan dadigirin. Her sazî û rêxistin bi al, pankart û dirûşmên xwe meşiyan û kortej bi kortej diherikin qadên 1’ê Gulanê.    Li Dîlokê peyama 'Em ê bi hev re biguherînin'    Bi hezaran kedkar û karker li Dîlokê bi pêşengtiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Şaxa Sendîkaya Karkerên Veguhestinê ya Tum (TUM TÎS) û bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” herikîn qada 1’ê Gulanê Cejna Karkeran.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li pêşiya avahiya HDP’ê ber bi Parka Kirkayak ku mitîngê tê lidarxistin ve meşiyan.    Li Edenê dirûşma 'Bijî 1'ê Gulanê'   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) jî bi munasebeta 1’ê gulanê li Parka Arîf Nîhat Asya Bayrak daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûnerên sendîkayên girêdayî Turk-Îşê û karker jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ji teqawida bi darê zorê re na”, “Wekheviya karkerên 696 KHK’î daxwaza me ye” û hwd. hatin vekirin. Beşdaran her wiha dirûşmên “Rizgarî tune ye yan bi hev re yan jî ji me tu kes”, “Em ê bi berxwedanê ser kevin”, “Bijî 1’ê Gulanê, cejna karkeran” û “Em Tirkiyeyeke bêzem dixwazin” berz kirin. Karker, tevî zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Nûnerê Herêma 4’an a Turk-Îşê Edîp Gulnar axivî û da zanîn ku krîza aborî bandorekî rûxîner li ser hemû beşên civakê kiriye û barê pandemiyê jî li ser pişta kedkaran ma ye.    Li Qada Tandogana Enqerê pêşwaziya 1'ê Gulanê    Piştî du salan, 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Tandogan a Enqereyê hat pîrozkirin. Kedkarên ku bi saetan berê hatine Qada Tandoganê, amadekariyên xwe temam kirin. Karker û kedkar ji sê aliyan ve dikevin qadê û polîs jî li her sê aliyan lêgerînê kirin.   Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên kedê amadekariyên ketin qadê. Partiyên siyasî ku li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk hatin ba hev, weke kortêjan ber bi Qada Tandoganê ve meşiyan. Sendîka jî li ser Cehdeya Kazim Karabekîr kom bûn. Sendîka jî dê ji vir bi awayekî kortêjan û bi dowîzan ber bi qadê ve meşiyan. Cedeya ku ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin, ji hatin û çûna wesayîtan hatibû  girtin.     Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîka hêj di saetên serê sibehê de li Qada Tuzluçayirê kom bibûn Kedkar û karkerên li qadê kom bûyîn, bi coşeke mezin xelekên govendê gerandin. Piştî pîrozbahiya ewil, kedkar ber bi Navenda Çandê ya Ataturkê ve meşiyan. Kedkarên ku pêşî lê hatiye girtin,  li Qada Gar a Enqereyê hatin sekinandin. Piştî ku girse li qadê kom bûn bername dest pê kir. Polîtîkayên şer ên taybet, binpêkirina mafên karker û kedkaran, bêhiqûqiya doza Geziyê di bernameyê de hatin ziman.    Li Mêrsînê bangewaziya 'Ev pergal wiha naçe...'   Bi hezaran karker, kedkar û hêzên demokrasiyê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi şîara "Ev pergal wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin" 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di saetên serê sibehê de bi kedkar û karker li ber Qada Kevn a Tevfîk Sirri Gur li hev kom bûn û ji vir heta Qada Cûmhûriyetê meşiyan. Di meşê de pankartên "Li dijî şer, xizanî û kedxwariyê niha dema jinê ye", "Ev pergal wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin" û "Em ê vê pergala şer û xizaniyê hildiberîne biguherîne" hatin vekirin û dûrişmeyên mîna "Her der Başûr, her der berxwedan" , "Biji Berxwedana Zapê" û "Ne şer ji kedkar re budçe" hatin berzkirin.