Karkerên Mexmûrê: Berxwedanê li her qadê belav bikin 2022-05-01 13:44:59   MEXMÛR - Bi minasebeta 1'ê Gulanê, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê karkeran bi konvoya wesayîtan ku li nava wargehê geriyan û piştre daxuyaniyek dan û gotin: "Divê hemû kedkar û karkerên cîhanê li beramberê sîstemên desthilatdar û kedxwar, têkoşînê bilind bikin û berxwedanê li her qadê belav bikin.”   Saziya Ajokaran a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya karmendên Şaredariya wargehê bi konvoyek ya erebeyan 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê pêşwazî kir. Konvoya erebeyan li ber avahiya şarderiyê dest bi tora nava wargehê kir, wesayît bi postrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin.   Piştî wesayît torek di nava wargehê de geriyan, li ber parka Şehîd Zehra Penaber ya li semta Şehîd Elî Şêr rawestiyan û li wir daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Cangoriyên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Şardariya wargeha Mexmûrê Leyla Çelîk ve hat xwedin.   Di daxuyaniyê de hat gotin:    “Belê îro 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê ye. Îro roja xwedî derketina li destkeftî, ked û xwihdana eniya xwe derketinê ye. Îro roja têkoşîna li dijî stemkarî, kedxwarî, koledarî, kapîtalîzm û faşîzmê ye. Di dîroka mirovahiyê de sîstemên desthilatdar herdem mirovahî ji bo kar û berhemek hîn zêde bi karnanîne. Li ser pişta kedkar û karkeran dibin sermayedar. Li beramber karkeran heta dawî bê edalet, bê maf, newekhevî û bi karesatên mezin re rû bi rû mane. Beriya niha bi sedan salan li beramberî vê bê mafiyê Karker û Kedkar serîhildan, têkoşîn kirin û bedelên giran ji dan. Ji wê rojê heta îro li çar aliyên cîhanê ev têkoşîn bi şêwazên cuda cuda tên birêvebirin. Ruxmê têkoşîna heyî, îro cîhana em tê de jiyan dikin ji hemû deman xiraptir û bi aloztire.   Pêdivî bi hevgirtinê heye   Karker, kedkar û têkoşerên bi rûmet,  ji bo dawî lê anîna bê edaletî, ne wekhevî û kedxwariyê pêdivî bi hevgirtin, yekrêzî, yekdengî û helwest raberkirinê heye. Heta ev sîstem têk neçin, heya ev sermayedar tênegihin ku ew bi ked û xwihdana eniya me hatine vê astê, heya li beramberî xwînmijî, kedxwarî, kapitalîzmê stûxwarî û bêdengî hebe, wê ev rewş berdewam bike û wê jiyan bi vî rengî bidome.    Kedkar û karker bi hev re bêjin êdî bes e   Ji bo vê pêwîste li her cih û li her qadê, kedkar û karker destbidin destê hev, mil bi milê hev li beramberê sîstemên desthilatdar bêjin êdî bese. Îro li seranserê cîhanê Gelê Kurd yê şoreşger, dibin pêşengiya Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de rol û pêşengiyek mezin girtiye ser milê xwe. Ev hêz bi piştevaniya karker, gundî û kedkaran, di serî de navbera jin û zilam, wekhevî û dadweriyê ji bo gelek qadên cîhanê anî û ev têkoşîn roj bi roj berfireh dibe û mezin dibe.    Berxwedanê li her qadê belav bikin   Lewma îro hem li beramberê pêşengê vê tevgerê hem ji li beramberê karkerên vê, bizavê îxtîdara AKP-MHP ya faşîst bi şêweyek hovane tecrîdê giran dike û êrîşê berfireh dike. Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê bi biryardarî xwedî li ked, xwîhdan û destkeftên kedkar û karkeran derdikeve. Ji bo vê îro hem şervanên vî gelî li herêmên parastina Medya, hem ji Gelê Kurd li her qada lê jiyan dike beramberê vê sîstema xwînmij têkoşînek bê hempa dide meşandin. Ji bo edaletê, ji bo wekheviyê, ji bo jiyanek azad berdêlên mezin didin. Divê hemû kedkar û karkerên cîhanê li beramberê sîstemên desthilatdar û Kedxwar, bi ruhê şoreşgerên Partiya Karkerên Kurdistan têkoşînê bilind bikin û berxwedanê li her qadê belav bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’ û ‘Bijî Cejna 1’ê Gulan, Cejna Karker û Kedkaran’ bi dawî bû.   Wê di saetên êvarê de jî li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê şahiyek ji bo 1’ê Gulanê were lidarxistin.