'Cejna Remezanê bila bibe wesîleya azadiyê' 2022-05-01 12:50:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û KNK'ê bi peyamên xwe Cejna Remezanê pîroz kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kongra Star û Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyaman Cejna Remezanê li tevahiya gelan pîroz kirin.   'Ev cejn bila bibe wesîleya aştiyê'    Kongra Star bi peyamekê cejna Remezanê li musliman û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Em Cejna Remezanê li cîhana îslamî, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê, hêzên leşkerî, şehîdan û malbatên wan pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejn aştî û xêrê ji cîhanê bi giştî re bîne.”   KNK banga mezinkirina têkoşînê kir    KNK`ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand. Peyama KNK'ê wiha ye: "Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrişên dewleta Tirk jî ser ve zêdebûne. Li Bakur jî şerê man û nemanê dewam e.   Em îsal cejna Remezanê, di bin êrişên dewleta Tirk ên li ser gel û hemî nirxên şoreşê û taybetî yên li başûrê Kurdistanê de, pêşwazî dikin. Du hefteyan pêş cejnê, dewleta Tirk operasyoneke mezin li herêmên Zap û Avaşîn, dan destpêkirin. Niha li van herêman şerên giran rû didin. Hêzên Parastina Gel, hêzên azadiyê, gerîlayên Kurdistanê bi qehremaniyek mezin li ber xwe din û derbên giran li dijminan dixin. Ev êrişên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG'ê ne, li dijî hemî destketiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di heman demê de êrişên li ser Rojava jî dewam in. Li aliyê din hikumeta Iraqê jî hêz şandine Şengalê û dixwazin îradeya gelê Şengalê binpê bikin û Rêveberiya Xweser ya Şengalê hilweşînin. Projên dijminan mezin in û hemû destketiyên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne.   Divê hemû hêzên Kurdistanê li dijî van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êriş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta gerîlayên Kurdistanê rawestin. Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin."   Ji TEV-DEM'ê peyama cejnê    TEV-DEM`ê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û wiha bang kir: "Bi hatina Cejna Remezanê re em hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bi giştî û civaka îslamî bi taybet pîroz dikin. Her wiha em vê cejnê li malbatên şehîdan, rêhevalên birîndar û hemû şervanên azadiyê di eniyên rûmetê de, pîroz dikin. Cejn û boneyên olî çandeke exlaqî û xwedî cewhereke mezin tijî wate û nirxên mirovahiyê ye ku civakên xwedî bawerî ji aliyê edalet û wekheviya di navbera her kesî de bêyî ku tu kes ji civakê were dûrxistin.   Em bi hêvî ne ku ev bone bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane da ku bigihêjin aştiyê û ber bi aramî û ewlehiya herêmê ve, biçin. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bone û cejnan ji bo xizmeta armancên xwe yên siyasî bi kar tînin bêyî ku rêzdariyê bidin exlaq û nirxên cejnan û bêyî ku tu girîngiyê bidin cejnan. Lê berovajî wê vê yekê keysbaz dikin û li dijî civakan siyasetên herî qirêj û dagirkerî yên ji derveyî qanûn û exlaq bi kar tînin. Siyaseta xaka şewitandî û topbarana hovane bi rêya topbarnana hewayî û balafirên bê mirov di nava 24 saetan de bi kar tîne. Ev yek jî sûcekî şere li dijî mirovahî, xwezayî û her zindiyekî ye. Bi vê yekê hemû pîvanên exlaqî û mirovî tenê ji bo bikaranîna siyasetên xwe yên şovenîst ên qirêj li ser civakên îslamî, binpê dike. Em di TEV-DEM`ê de careke din vê cejnê pîroz dikin. Em teqez dikin ku baweriya me heye ku aştî û hezkirin li tevahî Sûriyê pêk were û têkoşîna ji bo vegereke ewle ji hemû koçberên Sûriyê re were peydakirin da ku kêf û xweşî ji tevahî zarok û civakên me re pêk were."   'Ev cejn bi xêr û xweşî derbas bibe'   Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cejna Remezanê pîroz kir û got: "Hêvî dikin ev cejn bi xêr û xweşî di ser gelê me yê Sûriyê re derbas bibe."   PYD Cejna Remezanê pîroz kir   Meclisa Giştî ya PYD'ê ev peyam da: "Cîhana îslamê pêşwaziya Cejna Remezanê ya 2022`yan dike û bi rasthatina vê roja mubarek û pîroz em Meclisa Giştî ya PYD`ê gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Li aliyekî din jî hêvî dike ku gelê Sûriyê hêviyên xwe yên mîsogerkirina aştiyê û ewlehiyê pêk bînin û rûpela dagirkirina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê û sûcên li dijî mirovahiyê bizîvirînin û koçber vegerin malên xwe."