Ji Desteya Rêveber a Şengalê peyama 1’ê Gulanê 2022-05-01 11:43:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 1'ê Gulanê Desteya Rêveber a Şengalê peyamek weşand û got: "Sed sal in civaka êzidî ji bo jiyaneke azad û parastina axa xwe ya pîroz, kedek mezin dide, êdî dem hatiye rêz li vê kedê were girtin û Xweseriya Şengalê bipejirînin."   Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Desteya Rêveber a Şengalê peyamek weşand. Desteya Rêveber a Şengalê destpêkê cejna karkeran li hemû karker û kedkaran pîroz kir.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Li her çar parçeyên welat û derveyî welat, Gelê Kurd ji bo azadiya xwe kedek mezin dide û li hemberî dagirkeran têkoşînek bê hempa dimeşîne. Em di 1’ê Gulanê de di kesayeta gerîlayên azadî û şervanan de, bi salane ji bo parastina gelê xwe kedê didin, bi vê boneyê vê rojê li hemû kedkaran pîroz dikin.   Erdnîgariya me erdnîgariyek dewlemend û axek zêrîne, ji bo ku em bikaribin feydeyê ji vê axê bigirn û li ser jiyan bikin, bi hezaran sale em li ber xwe didin û kedê didin. Mixabin li ser vê axa me, bi salene gelek êriş û plan hatin meşandin, xwestin me ji vê axa zêrîn qut bikin, ev plan û leyîstok heya roja me ya îro dewam dike.   Em weke civaka êzidî û Gelê Şengalê, çawa ku me ji bo jiyankirina xwe ked daye, em niha jî ji bo Xweseriya şengalê û jiyanek azad di nava têkoşînê dene. Ji dema fermana 3'yê tebaxê ve, ciwanên me û gelê me bi giştî kedek mezin dane. Me ji bo xwedîderketina li vê kedê bedelên giran dan. Mam Zekî, Ş. Dijwar, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt, Seîd û bi dehan pêşengên din. Em ê heya dawî li keda van cangoriyên xwe xwedî derkevin, armanca van şehîdan Şengala Xweser û azad e. Dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda gelê me bigire."