Jinên tevli doza Denîz Poyraz bûn: Dadgeh gumanbar diparêze 2022-05-01 09:07:58     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Jinên doza Denîz Poyraz şopandin bertek nîşan dan û gotin gumanbar Onur Gencer li salona rûniştinê ne amade bû. Jinan helwesta dadgehê ya ku gumanbar diparastin rexne kir û bi lêv kirin ku ji bo edalet pêk bê wê şopdarê dozê bin.   Sêyemîn rûniştina gumanbar Onur Gencer ku di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, bi daxwaza reda dadger a parêzeran hat taloqkirin. Her wiha gumanbar li salona dadgehê ne amade bû û bi SEGBÎS’ê tevli bû. Li dijî vê rewşê bertek hat nîşandan û hat gotin ku gumanbar tê parastin. Her wiha gumanbar heqeretên xwe yên li hember kesên li salonê û malbata Denîz Poyraz domand. Jinan bertek nîşanî rewşê dan û banga xwedîderketina li dozê kirin.   ‘Divê gumanbar demildest bê darizandin’   Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe Ecer der barê dozê de wiha got: “Li sêyemîn rûniştina Denîz Poyraz kujer bi SEGBÎS’ê tevli dadgehê bû. Ev ne rast e. Em vê pêkanînê şermezar dikin. Bi vî awayî hewl didin kujerên rast bên parastin. Divê kujer demildest bê lêpirsînkirin.”   ‘Kujer parastin’   Jina bi navê Meryem Topçu jî daxuyakirin ku wek jinekê wek welatiyekê wek mirovakê doz şopandine û hatiye ku rûniştinê temaşe bike û wiha berteka xwe nîşan da: “Kujer neanîn rûniştinê û vê hêrsa me zêde kir. Doz cidî nayê girtin. Ji ber vê em şermezar dikin. Ev êrîş ne tenê li hember Denîzê li hember me hemûyan e. Denîz ji bo me gelek bi nirx e. Êrîş tenê ji aliyê kujer ve nehatiye kirin. Divê hesabê vê bê pirsîn. Dadgeh gumanbar neanî rûniştinê û li gorî min ew kujer diparêzin.”   Dozger: Tu yê bê yan bi SEGBÎS’ê tevli bibî   Jina bi navê Edîbe Sîncat jî ku hatibû temaşekirina dozê, helwesta dozger a li hember gotinên gumanbar rexne kir û wiha bi lêv kir: “Dema pirs ji gumanbar hat pirsîn gotina wî ya ewil ‘bila HDP bê girtin’ bû. Ji HDP û birayê Denîzê re dijûn kir. Gelo çawa dikare wisa biaxive? Li wir gelek parêzer hebûn. Her kesî ji dozger re got ‘tu çawa cesaretê dide vî’. Dozger ji gumanbar re got ‘tu yê bi SEGBÎS’ê tevli bibî yan jî tu yê bê vir’. Li ser vê her kes rabû ser piyan.”   ‘Em ê têbikoşin’   Ji jin bi hev re xurt in Ebru Dînçer jî destnîşan kir ku ew bi desthilatdariya ku dijminê jina ye re rû bi rû ne û wiha dawî lê anî: “Denîz hevala me bû, xwişka me ya têkoşînê bû. Em ji bo wê li vir in. Denîz niha bijiya wê di hemû têkoşînên me de ligel me bûya. Em aştiyê dixwazin. Em hewl didin şîdetê ji jiyana xwe rakin. Em hesabê jinên tên qetilkirin dipirsin. Em ê hesabê qetilkirina Denîzê jî bipirsin. Ji bo edelet pêk bê em ê heta dawî têbikoşin. Em li hemû aliyan banga xwedîderketina li dozê dikin.”