ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-01 09:00:00     *Rojnameger Denîz Aydin têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê wiha got:"Saleke Tirkiye ji PKK'ê derbên giran dixwe. Ji bo vê binixumîne polîtîka pêş dixe. Medyayê jî li ser vê polîtîkayê bi rê ve dibin. Lê PKK gav bi gav li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser dikeve. Wê tu rêbaz û hewldanên dewleta tirk bi ser nekeve. PKK ji her gavê bi hêztir têdikoşe. Gelê Başûr jî li dijî hevkariya PDK'ê têkoşîna PKK'ê himbêz dike." DÎMEN HEYE   *Gelê Cîzîrê balê kişandin li ser rewşa girtîgehan û destnîşan kirin ku Gelê Kurd tu carî serî li zilmê re netewandine û hê jî li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin. Her wiha anîn ziman ku divê dengê girtîyan bidin bihîstin û li dijî îşkenceyê dakevin qadan. DÎMEN HEYE   *Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku biryara ku 10’emîn Daâreya Daniştayê der barê Peymana Stenbolê de bide, di rewşa ji aliyê Lijneya Daîreya Dozên Îdarî ya Daniştayê bê erêkirin de wê biryar teqez bibe û got di rûniştinê de daxwaz kirine ku tespîta şênber a pirsa ‘çima hat vekişandin’ bê kirin. BI DÎMEN    *Siyasetmedaran diyarkirin ku îradeya ku gelan di 8’ê Adar û Newrozê de danîne holê wê bi coşek mezin bi Tifaqa Demokrasiyê di 1’ê Gulanê de jî bê nîşandan û gotin: “Em ê bi îrada Newrozê biçin 1’ê Gulanê. Em ê wî wêneyê ku AKP-MHP’ê nerehet dike carek din nîşan bidin.” BI DÎMEN   *Di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de, endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê Zîlan Efrin diyar kir ku hin heta vê kêliyê li çeperên şer têkoşînê dikin û wiha got: "Em ê bi rûmet li hemberî dagirkerî û îxanetê têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin." BI DÎMEN   *Jinên doza Denîz Poyraz şopandin bertek nîşan dan û gotin gumanbar Onur Gencer li salona rûniştinê ne amade bû. Jinan helwesta dadgehê ya ku gumanbar diparastin rexne kir û bi lêv kirin ku ji bo edalet pêk bê wê şopdarê dozê bin. BI DÎMEN   *Welatiyên ku ji cejnê saetên kêm mane li tezgahên dan û stendinê digerin destvala vedigerin mala xwe. Welatî dibêjin:"Me nîv kîlo şekirê cejnê, çend perçe kinc jî ji zarokan kirî. Me ji hinek zarokan jî qet nikaribû bikiriya. Zarokên bên ber derî, mêvanên werin malê em ê çi bidin wan, em li xwe heyirî man." BI DÎMEN   *Bi pêşengiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê ve bi minasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê bername bê lidarxistin. (13.00)   *Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, bi wesîleya Cejna Remezanê goristanan ziyaret bikin. (16.00)