'Em ê serî ji astengiyan netewînin' 2022-04-30 19:17:54   AMED - Rêxistina DBP, HDP, MEBYA-DER'ê li gel parlementer Remziye Tosun serdana gorên cangoriyan ên li Goristana Yenî Koyê ye kirin. Polîsan xwest daxuyaniya were dayîn û çapemeniyê ji asteng bike. Girseyê bertek nîşanî astengiyê dan û gotin "Ji me jî ji miriyên me jî    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Wenda Kirine (MEBYA-DER), parlementera HDP'ê Remziye Tosun û hevseokên HDP'ê yên Amedê çûn serdana goristanên cangoriyên PKK'yî yên li Yeni Koya Amedê û li wir daxuyanî dan.  Li dijî daxuyaniyê astengiya polîsan   Bi hejmarek zêde polîsên ji bo xwe pêşandanê hatine cihê goristanê xwestin girseyê asteng bikin. Herwiha destûr nedan çapemeniyê ku kêşanê bikin. Girse li dijî astengiyan çalekiya rûniştinê li dar xist.  Ruxmê astengiyê daxuyanî   Li dijî astengiyan girse bi gotinan bertek nîşan da û got: "Hûn ji mezelên me ditirsin. Ji me jî, ji mezelên me jî bitirisin. Bila niha destûr nedin. Em her roj li vir in. Em tên ser mezelên şehîdên xwe. Ma bi van astengiyan bawer dikin ku têkoşîn biqede."   Piştî wê Remziye Tosun rabû û di nava ablukaya polîsan de bi dengê bilind daxuyaniya xwe da. Remziye wiha got:"Di serdena goristanan de her sal bi qedexeyên nû tên pêşberî me. Ji ber ku ji aştiyê ditirsin. Ji ber ku ji mezelên me jî ditirsin. Lê belê em destûra van astengiyan nadin û em ê jê re serî netewînim."