‘Bi hêviya ev cejn bibe wesîleya azadiyê’ 2022-04-30 15:21:47   AMED - Rêxistina DBP, HDP, MEBYA-DER û gelek malbatên şehîdan ji ber cejna Remezanê serdana goristana şehîdan a li Çemê Elîka, Sîsê û Pîrejmanê kirin. Di serdanê de dest nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûr hat kirin û hat gotin: "Daxwaza me û zarokên me azadî ye. Bi hêviya ev cejin bibe wesîleya azadiyê."   Weke her sal, îsal jî bi wesîleya Cejna Remezanê bi hejmarek zêde kes çûn serdana goristanên PKK'îyan ên li Çemê Elîkan, Sîsê û Pîrejmanê ne. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Wenda Kirine (MEBYA-DER) û parlementera HDP’ê Remziye Tosun jî di serdanê de cih girt.   Di serdanê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan, parlementera HDP’ê Remziye Tosun û rêveberê MEBYA-DER’ê axivîn û gotin bi hêviya ev cejin bibe wesîleya azadiyê. Di destpêkê de girseya kom bûbû li ser giyanê pakrewanan rêz girtin.   ‘Em ê li hemberî wan êrişan bibin asteng’   Zeyad di destpêkê de axivî û got: “Xewn û xeyalên me û yên zarokên me ew e ku em azadiyek bi rûmet bînin ser vê axê. Lê hêzên desthilatdar û alîgirên wan ji bo berjewendiyên xwe li ser erdnîgariya me êrişên talanker didin meşandin. Bi êrişên xwe yên qirêj dixwazin Kurdistanê bikin gola xwînê. Lê belê ew çibikin bila bikin ew ê nikaribin bi ser bikevin. Em ê li hemberî wan êrişan bibin asteng. Em ê her roj vê têkoşînê mezintir bikin. Dema em di vê armanca xwe de bi ser ketin wê dilê ewladên me jî rehet bibe. Em cejna zarokên xwe pîroz dikin.”   ‘Wan di ber van vê axê de can dan’   Remziye Tosun di serî de bi silavkirina pakrewanan dest bi axaftinê kir. Remziye wiha berdewam kir: “Di dawiya salekê de ye şerekî giran li Kurdistanê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Li her deverî keç û xortên kurdan tên qetilkirin. Divê ku Berzanî nebe şîrîkê vê qetlîamê. Tişta dikeve li ser mile Berzanî ev e û divê demlidest pêk bîne. Pêwîst e êdî dayikên me negirîn. Em ji vir careke din bejna xwe li ber karwanên azadiyê ditewînin. Wan ji bo aştî û azadiyê, di ber vê axê de canê xwe feda kirin. Bi hêviya ev cejn bibe wesîleya azadî û aştiyek mayînde, em cejna zarokên xwe pîroz dikin.”   ‘Bi hêviya bidawîbûna hovîtiyê’   Rêveberê MEBYA-DER’ê Şêrîn Demîr jî bi van gotinan dawî li axaftinê anî: “Em cejna malbatên şehîdan ku xwedî ked û rûmetek mezin in pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya wekheviyê ku êdî hovitî bi dawî bibe. Di tu welatan de li dijî goristanan ev nêzîkatî nayên nîşandan. Em niha nizanin kîja mezel ê kîja hevalê me ye.”   Dayikên cangoriyan ên ku mezelên zarokên wan li wir in jî şêranî belav kirin.