'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 418 roj in didome 2022-04-30 12:00:10   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 418 roj in didome. Malbata Şenyaşar bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê û got: “Dayikan serê xwe li ber vê zilmê netewand û wê netewînin jî.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 418’emîn de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê berdewam kirin.    Malbat li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaga #CumartesiAnneleri892Hafta peyam parve kir û got: Dayikan serê xwe li ber vê zilmê netewand û wê netewînin jî. Ev têkoşîn heta ku hêsirên çavên dayikan bisekinin dê berdewam bike. Roja ku edalet bicih were dê agirê di kezeba dayê de vemire.”