Yekitiya Jinên Elewî ya Demokrat banga tevlîbûna çalakiyan kir 2022-04-30 11:35:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 1'ê Gulanê, Yekitiya Jinên Elewî ya Demokrat daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyan kir.    Bi minasebeta 1'ê Gulanê Yekitiya Jinên Elewî ya Demokrat bi sernavê “Ji bo em cîhanek adil, wekhev û azad biafirînin em di 1’ê Gulanê de li qadan in” daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Levîathanên kapîtalîzmê di şer de israr dikin. Hikûmeta Ewropa û raya giştî li dijî dagirkeriya Rusya ya li ser Ukranyayê derdikeve, lê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya derveyî sînorên xwe li ser herêmên Kurdan pêktîne, ji nedîtî ve tê.   Berdêla şer gelên xizan, kedkar, jin û zarok didin. Em bang li hemû kesan dikin ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de bibin xwedî helwest."