Li Silêmaniyê êriş hat şermezarkirin 2022-04-29 15:43:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê li Silêmaniyê ji hêla xelkên bakurê Kurdistanê ve hat şermezar kirin.    Xelkê Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezarkirin û gotin; “Bang li hemû aliyên siyasî dikîn, dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin. Ger Başûrê Kurdistan were dagirkirin, wê destkeftî jî ji holê rabin.”   Êrişên dewleta Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê dewam dikin. Roj bi roj nerazîbûna dijî êrişan jî berfireh dibe. Li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, gelek welatiyên ji bakurê Kurdistanê ên ji ber zilm û zordariyê berê xwe dane başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla Musa Xalid ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk, AKP û MHP’ê ji bo veşartina şikestina xwe, carek din li ser başûrê Kurdistanê, dest bi dagirkeriyê kirin. Ev êrişa ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ne rewaye, dewleta Tirk ji bo zindîkirina Împaratoriya Osmaniyan dixwaze herêmên Mîsaqî Milî dagir bike.   Tevî dagirkerî dijî hemû destkeftiyên kurdane û Tirkiye dixwaze Kurdistanê dagir bike, mixabin PDK jî divê dagirkeriyê de hevkar e. Em weke penaberên siyasî yên bakurê Kurdistanê bang li hemû aştîxwazan dikîn, li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin. Eger başûrê Kurdistanê were dagirkirin, wê hemû destkeftiyên kurdan ji holê rabin.   Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin daku, dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê xwedî helwest bin."