Daneşîna doza Kovara Modernîteya Demokratîk hat dîtin 2022-04-29 15:35:39   STENBOL - Danişîna doza derbarê Kovara Modernîteya Demokratîk de hatibû vekirin, hat dîtin.    Derbarê Kovara Modernîteya Demokratîk a ji sê mehan bi mijarên raman û teoriyê tê weşandin, bi hinceta nivîsên hatine weşandin doz hatiye vekirin. Doz bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye vekirin. Danişîna ewil a doza kovarê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 30’yemîn hat dîtin. Midûrê Karên Nivîsê yê kovarê Ramazan Yurttaban û parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.    Ramazan Yurttaban anî ziman ku îdiayên hatine kirin ne di cih de ne û got ku ew van îdiayan qebûl nakin.    Parêzer ji axivîn û diyar kirin ku ev doz li dijî qanûna çapemeniyê ye û xwestin doz bê betalkirin. Dozger xwest dosyeya Dadgeha 27’emîn û ev dosye bibe yek. Heyeta dadgehê ji bo dosye bibin yek xwest nivîsa muzakereyê bê nivîsandin û daxwaza parêzeran a ku Yurrtaban ji danişîna rizgar bibe qebûl kir û danişîn taloqî 28’ê îlonê kir.