Emîne Şenyaşar: Heta ku kurê min neyê ez naçim malê 2022-04-29 15:34:31   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 417 roj in didome. Emîne Şenyaşar di çalakiya îro de got: "Heta kurê min neyê ez naçim malê.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 417’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li Pirsûsê ku 42 kîlometreyan dûrî Rihayê ye hatin pêş Edliyeya Rihayê û çalakiya nobetê dan destpêkirin.    Dayik û kurê xwe di nava saetên mesaiye de ji parêzer û welatiyên berê wan dikeve edliyeyê têkoşîna xwe ya edaletê vegotin. Di 22’yê nîsanê de 10 kesên di lêpirsîna dosyaya nexweşxaneyê ku 3 ferdên malbata Şenyaşar hatibûn qetilkirin de hatibûn binçavkirin ku birayê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de heye 4 kes hatibûn girtin. Tevî ku hefteyek bi ser girtinan re derbas bû jî merciyên rayedar tu agahî nedan malbata Şenyaşar û parêzerên wan. Malbat û parêzerên wan ên 5 roj in dixwazin dozger û Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bikin, bi hinceta “dozger bi destûr in” nikarin hevdîtinê bikin. Tê îdiakirin ku piştî girtinan malbata Yildiz gef li dozgeran xwarine.   Ferît Şenyaşar ê 417 roj in bi dayika xwe re bê navber Nobeta Edaletê digirin diyar kir ku îro jî xwestine ku bi dozgeran re hevdîtinê bikin lê li cihê xwe nebûne û wiha got: “Têkildarî doza me piştî 4 salan 4 kes hatin girtin. Ev ligel gaveke hiqûqî îtîrafeke jî. Ev dide nîşandan ku her 4 kesên hatine girtin 4 sal in çawa ji aliyê serdestan ve tên parastin. Di heman demê de birayê min ê 4 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin jî, bi fermana serdestan girtî ye. Em dixwazin birayê min were berdan. Li vê derê dewletê qebûl kir ku bêhiqûqiyek heye.”   Ferit, bi lêv kir ku derbarê 4 kesên ku hatin girtin de xwedî agahî nînin û wiha berdewam kir: “Ev komkujiya organîzekirî li nexweşxaneya dewletê pêk hat. Em dîmenên nexweşxaneyê dixwazin. Bila dewlet pêywîra xwe pêk bîne, dîmenên ewlehiyê yên nexweşxaneyê nehatine dizîn, di destê serdestan de ne. Têkoşîna me ya edaletê 4 sal in didomin, ev şerma Tirkiyeyê ye. Ev şerma hemû parlamentera ne. Ji partiya desthilatê tenê Fakibaba diaxive (Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê û Wezîrê Berê Ahmet Eşref Fakibaba). Bila parlamenterên din serê xwe netewînin. Heq, hiqûq û edalet çi be bila wê bibêjin. Qasî ku rayedar bêdeng bimînin wê ev zilm berdewam bike. Dayik 65 saliyê mezintir e her roj tê pêş edliyeyê û dermankirinê qebûlnake. Em edaletê dixwazin.”   Ferit destnîşan kir ku tevî ser girtinan 5 roj derbasbûne jî nagihin dozgerê dosyayê û Serdozgerê Komarê yê Rihayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “4 kes hatin girtin, em dixwazin bi dozgeran re hevdîtinekê bikin lê xuya nakin. Ji bo çi hatine girtin divê me agahdar bikin. Em têkildarî doza xwe muxatabekê nabînin.”   Malbatê di hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de ev peyam parve kir: “Heke têkildarî doza me piştî 4 salan 4 kes hatibin girtin ev îtîrafa parastina serdestane. Di heman demê de Fadil Şenyaşar ê bav û birayên wî bi fermana serdestan hatin kuştin hêj di hucreya yek kesî de ye. Dayik: Heta kurê min neyê ez naçim malê.”