Ji jinên Cizîrê peyama 'Li dijî îxanetê avakirina tifaqê' 2022-04-29 09:02:22     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Jinên li Cizîrê dijîn, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê dan û gotin: "Li dijî îxanetê divê kurd tifaqa xwe ava bike û li dijî êrişan rabe ser piyan."   Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên Arteşa Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li hemberî Qadên Parastina Medyayê ya li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tên, didomin. Li Cizîra Şirnexê jî jinan li hemberî êrişên ku pêk tê nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    ‘Li Başûr xwîn dirêje'    Fatma Acar, îxaneta PDK’ê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema dibêjin şer, şerê Cizirê ku me jiya tê bîra min. Em jiyanek aram û azad dixwazin. Em naxwazin êdî kurd bên kuştin. Kurd bi salane tên kuştin. Kurd îro bûne dijminên kurdan. Daxwaziya me ew e ku dawî vê şerê bê. Em naxwazin tu kurdek bê qetilkirin. Ew hemû misilman in. Çima îro hevdû dikujin. Dibêjin em misilman in îro li Başûr xwîn dirijênin. Em êdî naxwazin xwîn birije.”   ‘Em tu carî serî natewînin'    Hediye Bilir jî hevkariya PDK'ê ya bi Dewleta Tirk re şermezar kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îro bira birayê xwe dikuje. Em naxwazin kurd hevdû bikujin. Em jiyanek azad, aram, aştî û wekhevî dixwazin. Em hertim li dijî şer û zilmê derketin û em ê tim jî derbikevin. Ji bo ku şer bisekine divê kurd tifaqa xwe ava bike. Ger tifaq ava be dê şer jî bisekine. Gelê Kurd ev bi sala ne bedelên giran didin. Kurd bi kuştinê xilas nabin. Kurd tu carî bi mirinê xilas nabin. Em Barzanî şermezar dikin. Ew çi ji gelê xwe dixwaze. Li tu cihê nehatiye dîtin ku bira birayê xwe dikuje. Barzanî hevkariya Dewleta Tirk dike. Rê ji dewleta tirk re vekir û îro çiyayên Kurdistanê tên bomberankirin. Li dijî van êrîşan divê Gelê Kurd rabe li ser piyan. Me serî li ber dijmin netewand û em ê tu carî serî netewînin. Em naxwazin êdî dayik bigirin."    ‘Li dijî şer divê kurd tifaq bin'    Aysel Dogan di axaftina xwe de wiha bal kişan ser girîngiya yekitiyê: "Kurd sedsal in tên kuştin û rastî zilmê tên. Jiber şer dilê me dayikan her tim dişewite.  Dixwazin jiyanê li me teng bikin. Kurd îro îxanetê birayê xwe dike. Barzanî jî hevkariya Dewleta Tirk dike. Ger ku em xwe rast nekin dê ev şerê li ser me hertim berdewam bike. Divê em îxanetê nekin. Ger ku îxanet nebûya dê îro jiyanek azad, wekhev û aştiyane hebûya. Li hember vê îxanet û şer divê em kurd xwedî biryarek xûrt bin. Li hember van êrişan serî netewînin. Ji bo ku ev şer bi dawî be divê em kurd tifaq û yekîtiya xwe ava bikin."   ‘Azadî dê bi tifaqbûnê pêk bê'    Sultan Soygun, diyar kir ku ji bo azadiyê tifaqbûn esas e û wiha bi lêv kir: "Em wek kurd tu carî vê îxanetê qebûl nakin û bêdeng namînin. Em jî mirovin û dixwazin azad bijîn. Bi şer û kuştinê dixwazin me kurdan tune bikin. Barzanî xwedî nasnameyek kurd e, lê neyarê Gelê Kurd e. Divê Gelê Kurd rabe li ser piyan. Di dema Saddam de Bakur xwedî li malbata Barzanî derketibû, lê îro ew îxanetê li me dikin. Ger ku kurd bibe yek tifaqa ava bike û tu kes bi me nikare. Azadî dê bi tifaqbûnê pêk bê."    ‘Divê Barzanî bê ser rêya rast'    Bêrîvan Guçlu jî daxwazên xwe wiha anî ziman: "Em dixwazin Barzanî bê ser rêya rast. Divê em kurd bibin yek û destên hevdû bigirin. Ger ku em hemû rast bûna dê îro rewşa me wiha nedibû. Ji bo ev şer bisekine divê gel bibe yek. Em bi yekîtiyê azadiya xwe ava bikin.”   ‘Roj roja xwedîderketinê ye'    Behîce Kiliç, wiha behsa şerê ku tê kirin kir. "Bi sala ne em kurd tên kuştin. Em dibêjin êdî bes e. Çi ji kurdan dixwazin. Li hember vê şerê divê Gelê Kurd rabe li ser piyan û xwedî li Başûr derkeve. Me li Cizîrê gelek şer û kuştin dît. Ji ber vê yekê jî em naxwazin li tu cihekê din kuştin hebe. Ger aqilê wan hebûya dê birayê xwe nedikuştin. Li bajarên Başûr gel rabû ser piyan û divê li vir jî gel rabe ser piyan. Roj roja xwedîderketinê ye. Heta dawiyê em ê daxwaza xwe ya azadiyê bînin ziman.”