Destpêkê koçberî piştre xizanî 2022-04-29 09:01:28     Medya Uren-Derya Ren   AMED - Dayikên gundê Hewarê ku di salên 93'yan de ji navçeya Şemrexa Mêrdînê koç kirine wiha gotin:"Berê me ji gundên me kirin. Em ketin xizaniyê. Niha em bi cih bûn û me xwe komî ser hev kir. Lê dubare qeyrana aboriyê me neçarî koçberiyê dike. Zarokên me ji ber qeyrana heyî di gundan de namînin. Hemû bi çolan ketin."   Di salên 1993'yan de artêşa tirk êrişî gundên kurdan dike û bi hezaran gundan vala dike. Niştecihên navçeya Şemrexê ya girêdayî bajarê Mêrdînê ye, yek ji wan herêman e ku êriş lê hatiye kirin. Xwecihên herêmê ji bo gelek dûr nekevin nêzî Amedê parçeyek erd dikirin û bi cih dibin. Ev erd jî bi navê Gundê Hewarê bi nav dikin. Gundiyên ku hewl dan ji nû de jiyanekê ava bikin careke din rastî tunebûnê tên. Qeyrana aboriyê ji wan re bû darbeya duyemîn.   Gundê Hewarê girêdayî navçeya Rezana Amedê ye. Niştecihên vir zêdetirî xwe bi ajalvaniyê debara xwe dikin. Şîr, mast û penîr bi dest dixin û li bajêr difiroşin. Ji ber ku erdê wê zêde bi kevir e, çandinî di rêjeyek kêm de ye. Lewra têra xwarina xwe gundî çandiniyê dikin. Nurê Ceylan, Erebê Ural û Hatîce Bulut ên li vî gundî dijîn ji me re çîroka gund û pirsgirêkên dijîn parve dikin.   'Xwestin me ji hev belav bikin'   Nûrê Ceylan di serî de qala demboriya gund kir û wiha got:"Me berê li ser gundên xwe debara xwe bi xweşikahî dikir. Pêwîstiya me bi cihekî nebû. Lê belê di salên 90'î de her ku çû êriş zêde bûn. Me daxwazên ku li me ferz dikirin pêk neanî û em neçarî koçberiyê hatin hiştin. Em hatin Amedê me gundê Hewarê kirî. Em li vir hemû nasên hev in. Bi keyfa me bû car din. Ji ber ku em bi hev re di nav aramiyê de ne. Xwestin me ji hev belav bikin, em belav nebûn."   'Ya li me kirine zilm e'   Nûrê da zanîn ku ya bi ser wan de hatiye zilm e û wiha berdewam kir: "Em li dijî zilmê û bêmafiyê ne. Em wekheviyê dixwazin. Lê mixabin wekhevî û wijdan jî tune ye. Li me kirine xelahî. Li gel van êş û azaran qeyran jî bi ser me de hat. Lawê min bi salan dibistan xwend lê encam negirt. Neket karekî. Zarokên min ên din jî temaşe kirin ku pîşe ji bo wan nayê dayin loma dev ji xwendinê berdan. Li herêma me tim em vê yekê dibînin. Em fêr bûne. Her ku çû jî bêkarî di nav me de zêde bû û bihabûna çêbûye jî herî zêde bandor li me kir. Em dua dikin ku ev zilm li ser miletê me yê kurmanc ê xizan rabe."   'Em vegeriyan salên berê'   Erebê Ural jî bal kişand ser koçberiyê û wiha lê zêde kir:"Em ji Şemrexê ber bi Amedê ve koçber bûn. Jin, zarok û kal em ketin ser van rêyan. Me gelek xizanî dît. Me di wan rojan de hem zilm, hem jî xizanî dît. Heta me li vir erd kirî û em lê bi cih bûn. Me piştî demekê xwe komî ser hev kir. Me dest bi xwedîkirina ajalan kir. Şukur me hinek wan rojan da jibîrkirin. Lê mixabin roja îro em dubare wan rojan dijîn."   'Ciwan di gund de nemane'   Erebê bi lêv kir ku qeyranê ew birine rojên berê û dawî li axaftina xwe anî: "Em êdî ne dikarin ajalvaniyê bikin ne jî em dikarin çandiniyê bikin. Ciwanên me bê kar in û ji neçarî bi çolê ketine. Diçin Stenbolê, diçin metropolan dixebitin. Em jî li vir bi quwetek mezin dixebitin lê bi zikê birçî roja xwe xilas dikin. Em nikarin kîsikek arvan bistînin. Her tişt biha bûye."   'Em ê nikaribin êdî zikê xwe jî têr bikin'   Hatîce Bûlût jî herî dawî bi van gotinan bertek nîşanî rewşa ku ketinê kir: "Rewşa me ne baş e. Qeyran bandorê li karê me jî li jiyana me jî dike. Lê mixabin ji derveyî gundan jî çareyek me tune ye. Em hatin vir, me li vir jiyanek xwe ava kir. Me zarokên xwe bi van karên ajalvanî û çandiniyê mezin kir. Lê mixabin niha em nikarin bi wan karan debara xwe bikin. Ji ber ku em nikarin wan karan jî êdî bikin. Em êdî xizan bûne. Her ku diçe jî em xizantir dibin. Em ê êdî nikaribin zikê xwe têr bikin."