ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-29 09:00:00     *Dayikên gundê Hewarê ku di salên 93'yan de ji navçeya Şemrexa Mêrdînê koç kirine wiha gotin:"Berê me ji gundên me kirin. Em ketin xizaniyê. Niha em bi cih bûn û me xwe komî ser hev kir. Lê dubare qeyrana aboriyê me neçarî koçberiyê dike. Zarokên me ji ber qeyrana heyî di gundan de namînin. Hemû bi çolan ketin." DÎMEN HEYE   *Jinên li Cizîrê dijîn, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê dan û gotin: "Li dijî îxanetê divê kurd tifaqa xwe ava bike û li dijî êrişan rabe ser piyan." BI DÎMEN    *Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen, diyar kir ku ligel derkeftên kêm û ambargoyê hewl didin ku xizmetê bidin gelê xwe û got: "Ligel kampanyaya paqijiya wargehê, em hewl didin ku cade û rêyên kolanan çêkin, ji bo jinan avahiyeke sporê avabikin. Em ê bi alîkariya gelê xwe xizmeteke baş bidin meşandin"BI DÎMEN   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da zanîn ku bi krîzên aborî yên ku pergala kapîtalîst bi zanebûn derdixîne binpêkirinên mafan girantir dibin û di asta global ya heyî de mirinê nîşanî kedkaran didin û wan bi tayê razî dikin.    *Dayikên gerîla yên Efrînî têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê axivîn. Dayikan gotin:"Ev 41 sal in dewleta tirk a dagirker şerê zarokên me li ser çiyayên azad dike, lê her tim dijmin li hember vîn û hêza gerîlayên me bi bin ketine. Banga me ji hemû dayikên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dimînin re heye ku xwe bikin yek û li hember êrîşên dijmin serî netewînin. Gerîla zarokên me ne, em bi zarokên xwe bawer in wê bi ser bikevin." BI DÎMEN   *Çar karkerên jin yên Tekstîla Acarsoy bi hinceta sendîkayîne ji kar hatin avêtin û ev mehek li ber fabrîqê li ber xwe didin. Jinan diyar kirin ku heta mafên xwe bigirin wê têkoşînê bidomînin û ji bo 1’ê Gulanê jî banga tevlibûnê li hemû kesî kirin. BI DÎMEN   * Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku bi êrîşên li hember herêma Federe ya Kurdistanê re dixwazin îrade û rêxistinbûna kurdan bişkînin û got kurd wê tu car PDK’ê efû nekin. Tulayê daxuyakirin ku hemû hêzên tasfiyeya rejîmê dixwazin hemû cudabûnan bidin aliyekî û têbikoşin. DÎMEN HEYE