Li Stenbolê 'Nobeta Edaletê': Bijî berxwedana zindanan 2022-04-28 15:21:24     STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a ku li Stenbolê hatî destpêkirin di hefteya 6'emîn de didome. Malbatan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan” meş li dar xist.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên li Stenbolê di hefteya 6'emîn de didome. Çalakî îro li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê pêk hat. Dayika Xemgîn Karakaş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyanê girtî ye Cemîle Karakaş, dayika Yakup Akman ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye Fince Akman, xwişka Selîm Çîftçi ê ku li Girtîgeha Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî û xwişka erdal Ozel ê ku li Girtîgeha Têkirdagê girtî ye Kumrî Akgul tevlî çalakiyê bû. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ali Kenanoglu, rêveberên HDP'ê û gelek kes ji bo piştevaniyê hatin ber edliyê.    Di çalakiyê de Fînce Akman, axivî û got: "Li girtîgehan zarokên me bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Em li dijî îşkenceyan li vir çalakiyê li dar dixin."   Parlamenter Alî jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser îşkenceyên ku li girtîgehan pêk tê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li vir nahelin ku malbat ji bo zarokên xwe çalakî pêk bînin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan."   Piştî çalakiyê malbatan meşek li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.