Banga ji Nobeda Edaletê: Em ê ji bo cejnê li ber deriyê girtîgehan bin 2022-04-28 14:30:43   AMED - Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên infaza wan hatine şewitandin îro Nobeda xwe ya Edaletê li ber deriyê dadgeha Amedê dan dewamkirin. Di nobedê de malbatan daxwazên xwe dubare rêz kirin û gotin: “Heya çareseriyek mayînde pêk tê em ê li vir bin. Roja cejnê jî em ê li ber deriyê girtîgehê, cejna girtiyên xwe pîroz bikin.”   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li ber deriyê dadgeha Amedê bi tevilbûna dehan komeleyan re berdewam kir. Îro jî malbatên girtiyan bi israr daxwazên xwe anîn ziman û gotin heya çareseriyek mayînde pêk tê ew ê di nava çalakiyan de bin.   Her roj gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl beşdarî Nobeda Edaletê ya ku bi mehan e berdewam dike dibin. Îro jî rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Komeleya Çandê û Yekîtiyê ya bi Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda Kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) beşdar bûn.   ‘Em sipasiya HDP’ê dikin’   Ji malbatên girtiyan Herdem Merwanî, Reşahad Ada axivîn û ev gotinan parve kirin: “Dûh hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di nav de şandeyek ji HDP’ê  û beriya wê jî hevserokên DBP’ê jî beşdarî Nobeda Edaletê bûn. Li vir bûn dengê me. Em spasiya wan dikin ku ew ji bo me tiştekî girîng e. Bi heman rengî  pêwîst e partiyên din jî piştgiriyê bidin me. Pêwîstiya vî welatî hemû bi edaletê heye û divê em bi hev re bi dest bixin.” Herî dawî jî Reşahat ev bang parve kir: “Em ê her tim li pey doza girtiyên xwe bin. Heya çareseriyek mayînde pêk were em ê li qadan bin. Di cejna Remezanê de nexweşên me zarokên me wê ne li gel me bin. Lê em ê li ber deriyê girtîgehê bin. Em ê wan bi tenê nehêlin.”