Zarokên Mexmûrê: Em naxwazin di bin siya tang û topan de bijîn 2022-04-28 11:40:32     MEXMÛR - Zarok û mamostayên Pêşdibistana Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin û gotin: "Em êdî naxwazin di bin siya tang û topan de bijîn."   Zarok û mamostayên Pêşdibistana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek dan û êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla mamoste Ayten Bulut ve hat xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ji bo raya giştî û mirovên  xwedî bi wijdan, em zarok û pêşeroja civak û netewî ne. Ger em nebin pêşeroj jî nabin, em zarokên ku weke pêşeroja Gelê Kurd têne ditîn. Her roj zarok di bin panzeran de dimînin û bi dengê bombe û çekên ku tên avêtin de dijîn û an jî tên qetilkirin.    Ev şerê ku niha tê meşandin û bi sistematik tê bi rêve birin de her roj em bi dengên topan ji xew şiyar dibin. Dewleta Tirk her roj zarokên kurd û azadîxwaz bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze tune bike û qetil dike em ji weke zarokên hemû cîhanê dixwazin di kolanan de bileyizin û di dibistanan de bi zimanê û çanda xwe bixwinin û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin.   Ji bo vê yekê em naxwazin ben kuştin tune kirin em bi xeyalên ku di welatekî azade de bijîn rabûn lê ji ber şer û pevçunên li ser xaka me em penaberî cihanê bûne. Em dixwazin hemû zarokên cîhanê bi taybet jî zarokên kurd di nava aramî û azadiyê de bijîn. Dengê çekan bên tunekirin êdi pênûs bikarbînin, vîna zarokan bên dîin û dengên wan bê bihistin. Ji bo vê yekê divê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.    Em weke zarok û mamostayên wargehê ev şerê ku li ser me tê meşandin şermezardikin em dibejin pêşeroja me Gelê Kurde û em naxazin tu hêz û dewletên cuda destdirêjiya pêşeroja me bikin em naxwazin di bin siya tang û topan de bîjin.   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.