Gelê Kurd li qada sînora Xabûrê parastina vîn û rûmeta xwe kir 2022-04-28 09:08:55     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Gel li qada sînora Xabûrê parastina vîn û rûmeta xwe kir. Sekna xwe ya li dijî şer û parastina xaka xwe li sînorê Xabûrê diyar kir. Ev roja ku xwedî taybetmendiyek girîng bû, ji nexşerêya pêvajoyê re bersîvek xurt bû.   Me îro careke din dît ku Gelê Kurd yekitiya xwe ava kiriye. Hate dîtin ku yekitiya Neteweyî bi Barzanî û PDK’ê re girêdayî nîne. Gel li qada sînorê Xabûrê parastina vîn û rûmeta xwe kir û li hemberî êrîşên dewleta tirk ên liser başûr û rojavayê Kurdistanê serî rakir. Ji Bakûr heta Başûr dengê berxwedanê bilind bû. Li dijî şerê, polîtîkaya înkarkirinê, ji bo parastina deskeftiyên statûya Rojava, ji bo parastina xaka başûrê Kurdîstanê Gelê Kurd bi biryardarî û hêrsekê mezin li qadê bû. Gel baş dizanîbû ku ev şer şerê man û nemanê ye û li gorî vê helwesta xwe nîşan da û bersîv û peyamên xwe ji dagirkeran re ragihand.   Xêta xiyanet û berxwedan...   Di têkoşîna Gelê Kurd de her çiqas kevir li ser hev hatine komkirin, hin beş jî binê van koma keviran yek bi yek hatine derxistin.  Ji dîrokê ve heya roja îro xêta xîyanet û berxwedanê bi hev re hatiye honandin. Hertim li dijî xiyanetê berxwedan û têkoşîn hatiye meşandin. Li dijî têkoşîn û berxwedanê jî xiyanetê hatiye pêşxistin. Ji ber vê polîtîkaya “ Dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe” bûye sedem ku kurd bi salan bi êrîş û polîtîkayên qirkirinê re rûbirû bimînin. Lê belê li hemberî van êrîş û polîtîkayên tunekirinê Gelê Kurd parastina xwe tim bi cûrbecûr şêwazan kiriye. Di nav parçebûna fîzîkî de yekitiyek ji dil bi hişmendiyeke xurt hatiye avakirin.   Bi hezaran kesî li ser sînor bersîva dîrokî dan   Gelê Kurd îro bersîva dîrokê da. Ji bo ku dîrok neyê dubarekirin bi yek dil bi yek deng daxwaza azadiyê bilind bû. Bi rojan e gel li dijî êrîşên Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên başûrê Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê vir ve pêk tîne bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dide. Êrîş her roja ku li dû xwe dihêle zêdetir dibin, li hemberê wê jî hêrsa Gelê Kurd her diçe zêdetir dibe. Îro jî ew hêrs û rihê berxwedêr carek din hate xuyakirin. Ji Amedê heta Mêrdînê, Ji Êlîhê heta Rîhayê, Ji Sêrtê heta Dîlokê jin, ciwan û dayikan li dijî êrişên AKP-MHP yên bi hevkariya PDK’ê li Silopiyayê ber bi sînor ve meşiyan. Bi hezaran kesên ku ji gelek deverên bakurê Kurdistanê hatin li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin cem hev.   Berxwedêran astengî nas nekirin   Girseya ku hat tevî barîna baranê xeleka xwe firehtir dike. Di van kêliyan de dayik hestên xwe yên li dijî şerê bi hevdû re parve kirin. Ji hevdû re behsa daxwazên xwe yên aştîyê û berteka xwe ya li hemberî xiyanetê carek din dianîn ziman û hêviyê xwe ya ji bo serkeftinê mezintir dikirin. Bêguman li qadên têkoşîn û berxwedanê êrîş û astengî kêm nabin. Çawa ku girseya li hev civiya û ji bo ku ber bi sînorê ve bimeşe bi rê ket, hêzên leşkerî, cendirme û polîsan jî bi barîkatên xwe dora girseyê girtin. Lê em baş dizanin ku Gelê Kurd sînorên astengîyê nas nake û hêza xwe ya ji bo berxwedanê li dijî astengkirin û êrîşan zêdetir dike. Girse bi dirûşmeyên “ Bimre xiyanet, bijî Kurdîstan” , “ Bijî berxwedana gerîlla” , “ Bijî berxwedana Zapê” pêşve diçû û peyamên xwe yên bingehîn li dijî şerê AKP-MHP yê bi hevkariya PDK’ê dida. Ji aliyek ve di pişt barîkatan de êrîşên leşkerên tirk ji aliyek ve jî hêz û berxwedana gel bi hev re dimeşiya û berxwedan bi ser diket.   Gel sekna xwe ya li dijî şer diyar kir   Hin dayikan bi kilam û awazên xwe berteka xwe ya li dijî şer dianîn ziman, hin dayikan bi qirîn û dirûşmên xwe, hin ciwan jî bi flameyên kesk û sor û zer li dijî şer û leşkeran li ber xwe didan.  Vê rojê sekna Gelê Kurd diyar kir. Di nav vê rageşiyê de gel bi awayekî bêtirs xwedî li doza xwe û rûmeta xwe derket. Gel sekna xwe ya li dijî şer û parastina xaka xwe li sînorê Xabûrê diyar kir. Ev roja ku xwedî taybetmendniyek girîng bû, ji nexşerêya pêvajoyê re bersîvek xurt bû.