Jinên Amedî: Divê kurd xwedî li Başûrê Kurdistanê derkeve 2022-04-28 09:04:33     Medya Uren-Derya Ren   AMED - Têkildarî êrişên TSK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin me mîkrafon dirêjî jinên Amedî kir. Jinên Amedî êriş şermezar kirin û wiha bang kirin: "Divê kurd rabin ser xwe. Divê kurd xwedî li Başûrê Kurdistanê derkeve. Ev şerê dijminahiyê ye."   Dewleta tirk bi dehan operesyonên leşkerî yên ji derveyî sînor heta niha daye destpêkirin. Piştî hevdîtinên bi PDK'ê re hatin kirin şûnde jî, ji 14'ê Nîsanê ve jî li herêma Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî hatin destpêkirin. Têkildarî êrişên Tirkiyeyê dane destpêkirin me jî mîkrafon dirêjî jinên Amedî kir. Jinên Amedî gotin divê kurd rabin ser lingan.   'Berzanî bû şîrîkê komkujiyê'   Delal Aktaş da zanîn ku Berzanî dibe şirîkê komkujiyê û wiha got: "Mala min li gel alaya leşkeriyê ye. Duh heta serê sibehê balafirên şer rabûn. Jixwe qet nasekine, lê ev hefteyeke bê navber radibe. Em li ser şîvê, li ser nimêjê nikarin ne bixwin ne jî nimêjê bikin. Nerehetiya me ne ji deng e. Em dizanin ew balafir êrişî kîjan cihî dikin. Beriya niha êrişî Rojava kirin û jixwe bi taybetî giranî dane Başûr. Ew êrişên pêk tên ên her demê ne. Ev dewlet me digire, me dikuje, me dixe zindanan. Em kiryarên malbata Barzanî jî şermezar dikin. Em naxwazin usluba xwe jî xira bikin lê belê ew bû şîrîkê vê komkujiyê. Divê kurd nikaribin bibin qetilkarê hev û nikaribin bibin qatilê axa xwe. Bi sedan ciwanên Başûr tevlî nava refên gerîla bûne û mil bi mil bi wan re li berxwe didin. Me xwîn rijand û tu îxanetê di serî de li wan ciwanan dikî."   'Zirarê didin her deverê Kurdistanê'   Delal wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev êriş ne tenê li dijî hizbekî ye. Bi wan bombebaranan re çel û çiyayên me talan dikin. Zirarê didin xwezayê, lawiran û hemû nîştecihên Kurdistanê. Heta çekên kîmyewî jî bi kar tînin. Berî her tiştî banga me li Berzanî ye. Divê êdî îxanetê neke. Her roj tê bi Tirkiyeyê re hevdîtinan çima dike. Bi neyarên kurdan li ser heman masê rûdinê. Bila hişê xwe bînin serê xwe. Em êdî şerm dikin navê wan bînin ser ziman. Wan ji xwe re tu rûmet nehiştiye. Kurdistan bi îxaneta xwe re qirêj kirin. Pêwîst e em jî rabin. Li her deverê divê kurd bibin yek û li dijî vê êrişê helwesta xwe nîşan bidin. Ev bêdengiya heyî xeteriyek mezin e. Dewlet heman dewlet e, em hatine guhertin. Berê ruxmê lêxistin û pevçûnan em derdiketin kolanan û me helwesta xwe nîşan dida."   'Divê kurd xwedî li Başûrê Kurdistanê derkeve'   Li ser pirsa me ya dewleta tirk hemû hêza xwe ya aborî daye şer  re Ayşe Demîr wiha dibêje: "Em qebûl nakin. Li wan ne helal be. Xwedê heqê me jî ji wan re nehêle. Divê şer were rawestandin. Bi vê hinceta şer re zirarê didin canê me, didin malê me, xwezaya me. Em dixwazin aştî pêk were. Divê gelê kurd jî bibe yek û vî şerî bide rawestandin. Divê kurd xwedî li Başûrê Kurdistanê derkeve."   'Yên deng dane wî wê di dojehê de bişewitin'   Muhsîne Gumuş bal kişand ser qeyrana aboriyê û wiha lê zêde kir: "Qeyrana aborî ewqas me paşde biriye êdî em dibêjin hema zikê me têr be. Tiştek din di fikara me de nemaye. Êdî dengê xwe nedin wan da ku nekevin ser serê me û nexwin. Me mehf kirin. Li koşkan xwarina fitarê dide, li vir nanê me nîne em fitara xwe vekin. Divê êdî gel rabin ser lingan. Ger kurd bûban yek wê ne di vê rewşê de ban. Her tişt jî kurd li hevdu dikin. Ger ku niha li Amedê tenê kurd rabin wê Amedê bihejînin lê belê mixabin. Êdî dibêjin marê nêzî min nebe bila hezar salan bijî. Niha her derî bombebaran dike. Yên ku deng dane wî divê niha derbikevin hesab bidin. Wê bi wî ve yên deng danê di cîhana din de bişewitin."   'Bila Edogan bi aqil be'   Fatma Ateş jî da zanîn ku ev şerê dijminatiyê ye û wiha pê de çû: "Em naxwazin şer û pevçûn çêbibe. Divê êdî herdu alî jî li ser masê rûnên. Divê misilman hevdu qetil nekin. Bi ser xatirê meha remezanê em hêvî dikin ku şer were rawestandin û aştî bikeve cîhanê. Ev ne şerekî baş e. Ev şerê dijminatiyê ye. Dixwazin me bişkînin, me bixin, lê wê ew jî bikevin. Divê Erdogan bi aqil be."   'Em naxwazin şer û pevçûn çêbibe'   Semra Deren bi lêv kir ku ew naxwazin rewş bi vî hawî dewam bike û wiha got: "Em naxwazin şer û pevçûn çêbibe. Dilê me diêşe. Ew qas dilê dayikan şewitiye em êdî naxwazin ev rewş berdewam bike. Xwedê deriyekî yê xêrê li me veke û avekê bi vî agirî de bike."   Jina ku nexwest navê xwe bide jî ev gotin kir: "Heta ku mirov neçin ser eslê xwe wê ev şer û komkujî berdewam bikin. Hinek kes li vir ji van şeran rantê qezenç dikin û hinek jî li wir tên qetilkirin."