Jinên bertek nîşanî êrişan dan: Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin 2022-04-28 09:01:46     Yara Kendeş   KOBANÊ - Jinan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Kobanê bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd a li dijî êrişan û gotin:"Cîhan dizane ku gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin. Gelê kurd tu carî dev ji şoreşa xwe bernade. Em ê heta dawî karê xwe dewam bikin û em ji dagirkeriyê re dibêjin tu nikarî me têk bibî. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Her wiha em xwedî nasnemeya herî bi rûmet û hêz in."   Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Kazimî roja 17'ê Nîsanê li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Di 15'ê Nîsanê de Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re rûnişt. Piştî hevdîtinê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî dest pê kirin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên li dijî gel didomin. Herêma Şehbayê hat hedefgirtin û di encamê de welatî birîndar bûn. Li Efrînê jixwe talan didome, çend roj berê bi êrişa hewayî wesayitek li Kobanê jî kirin hedef.   Têkildarî êrişên dewleta tirk ji Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê Fewiziye Henîfî û Feyroz Şêxo ya ji Kantona Kobanê ye nirxandin ji ajansa me re kirin.    'Zarok û jin dibin qurbaniyên êrîşan'   Fewiziyeyê di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ev ne cara yekem e êrîş bi vî rengî li ser Kantona Kobanê pêk tê û wiha pê de çû: "Weke tê xuyakirin, ev ne cara yekemîn e ku êrîşek bi vî rengî li ser Kantona Kobanê tê kirin. Yanî welatiyên li mala xwe rûniştîne tên qetilkirin, her cure êrîş li ser wan de pêk tê. Kesên temenmezin bi giranî birîndar dibin û digihêjin asta ku jiyana xwe ji dest bidin. Dem bi dem li Kobanê, êrîş bi vî rengî tê kirin. Dewleta tirk her tim dixwaze bi dijwarî êrîşî gelên herêmê bike. Helbet zarok û jin dibin qurbaniyên van êrîşên dagikeran."   'Dixwazin gel careke din neçarî koçberiyê bikin'   Fewiziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi rêya van êrîşan dixwazin tevliheviyê di nava gel de çêbikin û wiha got: "Yanî bi rastî mirov çiqasî bibêje nikare wê êşa di hundirê zarok û jinan de şîrove bike. Ev zarokên temenbiçûk êşeke mezin dikişînin. Her wiha dijmin qebûl nake ku jin bi rihetî di nava civakê de jiyana xwe kêm zêde derbas bikin. Ma gunehê van zarokan çi ye bi vê rêbazê bijîn. Rojane li dijî mafên wan kiryarên giran têne pêkanîn, rojane tirs di hundirê wan de zindî dibe. Welatî nikarin di mala xwe de ji ber êrişan razên, ma rewş wiha dibe. Êrîşên giran li ser Kobanê tên kirin, lê her tişt jî ji ber çav re derbas dibe. Tu kes ceza nade van dagirkerên ku aramiya welatê me xerab dikin. Her kes dizane ku ev êrîşên ku têne kirin li ser gundên li ber sînor in jî û xwesteka wan ew e ku tirsekê di hundirê gel de ava bikin da ku gel ji Kobanê derbikeve û neçarî koçberiyê bibe. Dixwazin gel belav bibe û li xwe biheyire."   'Em gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe têne naskirin'   Fewiziyeyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê bi hemû hêza xwe, biçûk û mezinê xwe li ber dagirkeriyê têkoşîn bikin û wiha dawî lê anî: "Tevahî cîhan dizane ku gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin. Gelê kurd tu carî dev ji şoreşa xwe bernade. Her wiha   weke jin weke dayikek kurd, banga min ji hemû kesên ku bi mafên mirovan diaxivin û behsa mafan dikin, rê li ber van kiryaran bigirin. Em ê heta kêliya dawiyê bi hêza xwe ya siyasî, leşkerî, rewşenbîrî, bi projeya Neteweya Demokratîk rê li ber dagirkeriyê bigirin."   'Hêza me ya li ber van êrîşan lawaz nabe'   Feyroz Şêxo ya ji Kantona Kobanê ye jî da zanîn ku dê tu carî hêza wan a li dijî êrişan lawaz nebe û wiha lê zêde kir:"Jixwe tê dîtin ku dewleta dagirker êrîşî me dike. Bi her rê û rêbazê dagirkeriya xwe li ser me ferz dike, ev dagirker tu kesî nas nake. Hema êrîş dike û ev sîvîlên ku li ser karê xwe ne hedef digire. Ma tu kes vê yekê nabîne? Gel ewqas li berxwe daye, ewqas têkoşiyaye. Lê belê dixwazin di rojekê de hewldanên qirkirinê li ser gel bimeşînin."   'Em xwedî nasnemeya herî bi rûmet û hêz in'   Feyrozê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku gelê kurd xwedî hêza herî xurt e û tu carî dev ji axa xwe bernade û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anîn: "Em ê heta dawî karê xwe dewam bikin û em ji dagirkeriyê re dibêjin ku tu nikarî me têk bibî. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Her wiha em xwedî nasnemeya herî bi rûmet û hêz in."