ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-28 09:00:00     *Jinan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Kobanê bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd a li dijî êrişan û gotin:"Cîhan dizane ku gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin. Gelê kurd tu carî dev ji şoreşa xwe bernade. Em ê heta dawî karê xwe dewam bikin û em ji dagirkeriyê re dibêjin tu nikarî me têk bibî. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Her wiha em xwedî nasnemeya herî bi rûmet û hêz in." DÎMEN HEYE   *Jinên di rêveberiya HDP’ê ya Qîlebanê de cih digirin, destnîşan kirin ku ew dixwazin dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihêje derve û gotin ên ku dixwazin li ser pirsgirêka kurd bisekinin divê ewilî tecrîdê ji holê rakin. DÎMEN HEYE   *Têkildarî êrişên TSK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin me mîkrafon dirêjî jinên Amedî kir. Jinên Amedî êriş şermezar kirin û wiha bang kirin: "Divê kurd rabin ser xwe. Divê kurd xwedî li Başûrê Kurdistanê derkeve. Ev şerê dijminahiyê ye." DÎMEN HEYE   *Gel li qada sînora Xabûrê parastina vîn û rûmeta xwe kir. Sekna xwe ya li dijî şer û parastina xaka xwe li sînorê Xabûrê diyar kir. Ev roja ku xwedî taybetmendiyek girîng bû, ji nexşerêya pêvajoyê re bersîvek xurt bû. ÇAVDÊRÎ