Saziyên Rêveberiya Xweser li dijî êrîşan meşiyan 2022-04-28 08:42:35     ŞEHBA - TEV-ÇAND, KPC Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a herêma Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê meşek girseyî li dar xistin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên ku bi hevkariya PDK'ê li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, TEV-ÇAND, KPC Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan a herêma Efrînê meşek girseyî li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xistin. Hemû endamên TEV-ÇAND, Tevgera Kevana Zêrîn, Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û KPC Demokratîk beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên TEV-ÇAND, Tevgera Kevana Zêrîn, Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên şoreşger hatin hildan. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên jin hatin hildan. Pankartên bi nivîsa "Şopdarên rêya Bêrîtan, Egîd û Zapê ne"û "Zapê bibe goristana MHP, QDP û AKP'ê" hatin hildan. Meş ji destpêka Navçeya Fafînê dest pê kir, piştre bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê li hola ajokaran a navçeya Fafînê veguherî mitîngê.    'Ji bilî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin'   Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Mamosta Berîvan Xelîl êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ku bi hevkariya PDK'ê li ser herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, şermezar dikin. Her wiha em sekna gelê xwe ya berxwedêr ku piştgiriya şervanên xwe dikin ji Kantona Şehbayê silav dikin. Îro kombûna me li vê derê ji bo piştgiriya gerîlayên me yên li çiyayên azad e. Weke tê zanîn li her derê şer e û qeyrana azadiyê ye, ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dixwazin vîna gelê me têk bibin. Stratejiya ku em niha tê re derbas dibin, stratejiya man û nemanê ye. Em weke gelê kurd û gerîlayên me yên li ser çiyan, ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin. Ruxmî ewqas teknîkên giran li dijî gerîla tên bikaranîn, lê her tim gerîlayên me li ser çiya darbeyên giran û bi bandor li dijmin dixin. Dema ku dewleta tirk a dagirker bi vê hovîtiyê êrîşî herêmên me dike ew nîşaneya lawaztiya dewleta tirk a dagirker e. Şerê ku niha li dijî me dimeşîne bi hevkariya PDK'ê ye, Malbata Berzanî bi dewleta tirk a dagirker re şerê biratiyê dike. Lê em tu car ranawestin û ji bilî berxwedanê em tiştekî din qebûl nakin."   Meş bi dirûşmên "Bimre îxanet", "Bimre faşîzma tirk" û "Bijî biratiya gelan" bi dawî bû.