Gel li dijî şer ji Sînorê Xabûrê bang kir: Bimre xiyanet, bijî Kurdistan 2022-04-27 16:32:05   ŞIRNEX - Gelê herêmê ji bo şermezarkirina şer heya ber deriyê sînorê Xabûrê meşiya. Girseyê bi dirûşma “Bimre xiyanet û bijî Kurdîstan” û “Bijî berxwedana gerîla û Zapê” şer şermezar kir.   Li Silopîyaya Şirnexê gel li dijî şerê TSK û PDK’ê heya sînorê deriyê Xabûrê meşiya. Welatiyên ku ji bajarên Mêrdîn, Amed, Êlîh, Sêrt, Dîlok û Rihayê jî hatin li bajarokê Tilqebînê kom bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civata Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê, Meclîsa Endamên Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanên HDP’yê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û rêxistinên navend û navçeyên bajarên herêmê beşdar bûn.    Girseyê tevî astengî û êrîşên leşker û polîsan bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” , “Bijî berxwedana Zapê” , “Bimre xiyanet, bijî Kurdîstan” berz kir û ber bi sînor ve meşiya.    ‘Em dayik vî şerî naxwazin’   Girseyê dûre daxuyaniyek li dar xist û pankarta "Em li hember îxanet û dagirkeriyê, em ê xaka pîroz biparêzin", "Bijî berxwedana rûmetê" vekirin. Endama Dayika Aştiyê Emîne Ozer axivî û şerê li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku êdî bes ji xiyaneta nav kurdan. Emîneyê wiha got:"Bes e êdî zarokên me werin kuştin. Hêviya me ji vî gelî heye. Bila Barzanî hişê xwe bîne serê xwe û vê îxanetê bi dawî bîne. Heya kengê ev gel wê were kuştin û were koçberkirin? Em dayik vî şerî naxwazin. Em aştî û tîfaqa kurdan dixwazin. Êdî bes e ji vî şerî re. Bila malbata Barzanî xwe nas bike û dev ji vê birakujiyê berde. Em kurd in û ev der Kurdistan e."   ‘Ev şer li dijî gelê Tirkiyeyê û Rojhîlata Navîn e’   Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku ev şer li dijî sîyaseta demokratîk e û got : “Em îro li vir ji bo ji şer re bêjin na li vir in. Ev şer bingeha xwe ji polîtîkaya dijminatiya kurdan a sed salan digire. Îro desthilatdar li her derê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan nîşan dide. Bi van polîtîkayan dixwaze vê desthilatdariya ku têk çûye li ser piyan bihêle. Îro vî şerê ku hatiye destpêkirin ne tenê li dijî kurdan e. Ev şer li dijî gelê Tirkiyê û Rojhîlata Navîn e. Ji ber vê yekê ev şer li dijî sîyaseta demokratîk e. Çawa ku gelê kurd heya roja îro li dijî şerê daxwaza xwe ya aştiyê û demokrasiyê bang kirin ew ê ji îro şûnde jî bang û daxwazên xwe bînin ziman.”   ‘Kurdistan yek e’   Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku îro ev meş û daxuyanî yê tevahî gelê Bakurê Kurdistanê ye. Berdan, wiha axivî: "Kurdistan kirin çar parçe lê Kurdîstan di hiş û dilê gelê kurd e yek e. Pergala AKP-MHP’ê ya faşîst îro carek din xaka Kurdistanê dagir dike. Berê de jî ev dagirkirina xwe pêk anîbûn lê belê îro vê dagirkirinê bi hevkariya PDK’ê dikin. Ev teqez nayê qebûlkirin. Hûn dibêjin em temsîlîyeta gelê Başûr dikin. Lê hûn temsîlîyeta gelê Başûr nakin. Hûn berjewendiyên xwe diparêzin. Ev statuya Başûr ku bi gelek berdelên giran hatiye bidestxistin ne statuya malbata Barzanî ye. Ev statuya deskeftiyê gelê Kurdîstanê ye. Em vê qebûl nakin û em dê nehêlin ev destkeftiyên Kurdistanê bi destê xiyanetê ji dest biçe."   Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşma “Bimre xiyanet û bijî Kurdîstan” û “Bijî berxwedana gerîla û Zapê”, bi meşê belav bû.