Di 'Nobeda Edaletê' de bangî partiyên siyasî kirin 2022-04-27 16:03:53   ÎZMÎR - Kesên ku tevli "Nobeda Edaletê" ya li Îzmîrê berdewam dike bûn, ji bo bêhtir xwedî li çalakiyê bê derketin bang li partiyên din ên siyasî kirin ku piştgiriyê bidin malbatên di çalakiyê de.   Çalakiya Nobeda Edaletê ku li Îzmîrê ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve dest pê kiribû li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di roja 54'emîn de berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bucayê îro serdana malbatan kir.   'Divê herkes li girtiyan xwedî derê'   Ji Rêveberiya Rêxisitna HDP'ê ya Navçeya Bucayê  Nurşen Ataman got ku girtî di bin zilmê de ne û wiha berdewam kir, "Ez bang li gel dikim û dibêjim li dijî zilma li girtîgehan rabin ser piyan. Girtiyan dikin yek hûcerê û nahêlin ku bi hevalên xwe re têkiliyê daynin. Divê em bibin dengê hevalên xwe yên girtî."   Divê partiyên din jî serdana çalakiyê bikin   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bucayê Nîhat Tirk jî diyar kir ku divê partiyên din jî yên muxalîf piştgiriyê bidin çalakiyê  û ev tişt got, "Me di doza Geziyê de jî dît, heta ku em dest nedin hev wê rewş wiha berdewam bike."   'Qanûnên xwe binpê dikin'   Ji rêveberiya HDP'ê ya Îzmîrê Cuma Koluksa jî got ku girtiyên nexweş ligel ku nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin di girtîgehê de tên hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Qnûnên xwe binpê dikin. Bi hiqûqa dijminantiyê nêzî girtiyan dibin. Bi taybet jî vê li hemberî Gelê Kurd dikin. Li dervî sînor û li hundir welat AKP -MHP'ê zilma dikin derxistine lutkeyê."   Ji kesên ku hatin serdana malbatan Rahîme Turan jî got, "Dayikên ku zarokên wan li girtîgehê zilmê dibînin nikarin bi rehetî razên û bila dayik bi tenê neyên hiştin."