YJC: Em ê li berxwe bidin û deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin’ 2022-04-27 14:30:27   KOBANÊ - YJC'a  Herêma firatê bi dirûşema “Werin cenga azadiyê, Emê îxanet ê têk bibin” meş li darxisit.   Bi dehan kesên ji Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) a Herêma Firatê li Navçeya Qinê ya Başûr Rojavayê Kantona Kobanê, ji bo piştgiriya Gerlayan rabûn ser piyan. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan. Tevahî jinên ciwan ên Navçeya Qinê tevli meşê bûn. Meş ji Navenda Navçeya Qinê dest pêkir bi berzkirina dirûşmên “Gerîla Rûmet e” û “Bimire Îxanet” ber bi Cihê Sotemeniyê yê Naçeya Qinê ve hat berdewamkirin û li wê rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê jinan deqeyek rêz girtin girtin û piştir e li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê axaftin hat kirin.   ‘Em ê li berxwe bidin û deskeftiyên şoreşê xwe biparêz in’   Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan de hat bilêvkirin ku ew ji hemû tiştên bên kirin re amade ne û êrîşa li ser Herêmên Parastina Medyayê bi tundî hatin şermezarkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê, li her derê ji berxwedanê re amade ne. Em van êrîşên li ser şervanên azadiyê şermezar dikin û dibêjin ku dijmin bi van êrîşan nikare bigihêje armanca xwe. Her wiha em bi her awayî xwe bi hêz û perwerde dikin, kes nikar e me lawaz bike ango me tune bike. Em îro xwedî şoreşeke mezin in bila her kes vê baş bizanibe.  Ne dewleta tirk û ne jî Hikûmeta Başûr dikare vîna me lawaz bike. Pirojeya me pirojeya fikir û feslsefeya Rêber Apo ye, em şopedarê riya tekoşerên xwe ne. Hertim bi her rê û rêbazê dixwezin me qetil bikin û nasnemeya me winda bikin. Lê em xwedî mîraseke piroz in. Em li hemberî dagirkeriyê tu carî serî natewîn û em dibêjin heta kêliya dawiyê em ê li ber xwe bidin û deskeftiyên têkoşîna xwe biparêzin.”