ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-27 09:00:00       * "Nêzikatiyên Hikûmeta Iraqê ev du car in daxuyanî li dijî Dewleta Tirk dide. Ligel wê jî ji bo ku Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê  Kurdistanê rawêstine ji di pratikê de tiştek nake, ne saha hewayê ji Tirkye re digre, ne ji derbazbûna leşkerên Tirk dide rawestandin. Îro her êrişên ku li ser xaka başûrê Kurdistanê tê kirin di bin berpirsyariya Hikûmeta Iraqê de tê kirin û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ji, ji hevkariya wê tê." JI PÊNÛSA JINAN   *Gulên nîşaneya biharê ne hêdî hêdî vedibin û dîmenên rengîn didin derdorê.   *Hevseroka KNK'ê Zeynep Murat têkildarî êrişên Tirkiye û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re axivî û got:"Ev êrişa Tirkiyeyê xeleka dawî ya projeya dagirkirina Kurdistanê ye. Îqtidara AKP'ê jî û PDK jî baş dizane ku gel rêveberiya wan a bi qeyran êdî qebûl nake. Li dijî hilweşîna îqtidara xwe di nav hewildanan de ne. Ji bo projeyên wan bi ser nekevin jî divê em piştgiriyê bidin têkoşîna gêrîla û seferber bibin."   *Dayika Agît Îpek yê HPG’î ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin, Halîse Aksoy bertek nîşanê êrîşên bi hevkariya TSK û PDK’ê li hember Metîna, Zap û Avaşîn pêk tên, da û wiha bang li PDK'ê kir: “Îro tu bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikî lê dema karê te biqede wê te nîvê rê de bihêle. Bila hişê te li serê te be. Ligel xwişk û birayên xwe cih bigire.”DÎMEN HEYE   *Li taxa Marayê,  suryanî, ermenî, nasranî, kurd, tirk, ereb û elewî bi salane li gel çand û baweriyên xwe yên cuda cuda jiyaneke hevpar dijîn. Lê ev taxa ku bi çand û baweriyên xw dewlemen de dê di bin navê veguhestina bajarvaniyê de bê tunekirin. DÎMEN HEYE   *Rahşan Kalhan a di şaredariya Erxeniyê ya qeyûm bi rêve dibe de dixebite û nexweşa astmê ye, tevî nexweşiya xwe li parkan tê xebitandin got ku her tim mobîng lê tê kirin, midûrê yekineyê tehdîda "ez ê derbarê te de girteka bi fosfor bigirim" lê kiriye.  DÎMEN HEYE   *Jinên ji bo bersûcên Fatma Altinmakas bên darizandin û ceza bigirin bang kirin wiha gotin:"Ji bo em piştevaniyeke rast nîşan bidin û li dijî vê zihniyetê şer bikin divê em li eywana rûniştinê bin." DÎMEN HEYE