415 rewşenbîr û kesayetên başûrî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin 2022-04-26 13:55:45     NAVENDA NÛÇEYAN - 415 kesayetên Herêma Federal a Kurdistanê ku di nava wan de mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlementer, rojnamevan û aktivîst hene, bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman.    Kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berfireh dibe. Bi taybet li Herêma Federal a Kurdistanê ev piştgirî her ku diçe mezin dibe.  Ji bo piştgiriya vê kampanyayê 415 kesayetên Herêma Federal a Kurdistanê ku di nava wan de mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlementer, rojnamevan û aktivîst hene, bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK Kurd Abdullah Ocalan re nîşandan.   Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:    "Birêz Abdullah Ocalan wek kesayeteke aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me ev 24 sal in di encama komployek navnetewî de di girtîgeha Îmraliyê de dibin tecrîdek giran de dîl tê girtin. Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navinîn têkoşîn dike, her wiha rêbertî ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkane.   Ji ber birêz Ocalan di fikirîna jiyan û têkoşînê de xwedî rêbaz û fikrek azadîxwaze, li dijî siyaseta dagirkeriyê ye, ji bo na wê bi tevlibûna gelek dewletan ew bi komployekê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin.   Wek rewşenbîrên kurd diyar dikîn doza birêz Abdullah Ocalan ne dozek şexsiye, doza wî dozek rewa ya Gelê Kurd e. Ta doza gelê Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi ti awayek aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bona wê niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîla çareseriya doza Gelê Kurd, çêbûna aştî, aramî û hev re jiyana demokratîk a gelên herêmê.   Dewleta Tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîl girtina birêz Ocalan de beşdarbûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirsin, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe fîzîkî.”