KCDP wê têkoşîna xwe bidomîne 2022-04-26 09:07:54     ÎZMİR - Endama Komeleya Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Tulîn Polat da zanîn ku doza li KCDP’ê  hatiye vekirin hemû aliyên civakê hedef digire û got jin dîsa xwe digîhinin wan û wê vî sûcê xwe dîsa bikin. Zuhal Yabaşkul jî ku keça wê di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest da û ji roja ewil de ligel platformê ye da zanîn ku ew ji kesên ku hewl didin platformê bigirin keça xwe dixwaze.   Li Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ku ji 2012’yan heta niha faliyetan dimeşîne bi îdiaya yekitiya malbatê xera dike bi sûcdariya ‘li dijî ahlaq û qanûnê faliyetan dimeşîne’ doza girtinê hat vekirin. Hat îdiakirin ku mijara dozê jî daxwazanemyên gilîkirinê ne û ev daxwazname jî ‘gumana sûc a xurtin’. Di doza hat vekirin de serlêdanên bi nivîskî yên wekê ‘di bin navê parastina mafê jinê de malbat tune tê hesibandin, malbat tê parçekirin’, esas hatin girtin. Her wiha ji bo girtinê jî dozên der barê rêveberên komeleyê de hatin pêşkêşkirin.   Endama Platformê ya Îzmîrê Tulîn Polat da zanîn ku sûc hatine afirandin û wisa doz hatiye vekirin û bi vê hemû aliyên demokratîk hedef hatine girtin. Zuhal Yabaşkul keça wê di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji est daye da zanîn ku îfadeyên mêrên gumanbar esas tên girtin û sûcdariyên li faliyetan hatine kirin jî şermezar kir.   Tulînê da zanîn ku platform ji 2020’an heta niha di xeta serlêdanê de aktîf dixebite û îdiaya ‘ahlaq xera dike’ jî rexne kir û got: “Ew ji vê xerakirana ahlaq çi fêm dikin em çi fêm dikin? Dibêjin malbatê parçe dikin.  Jin tê qetilkirin an jî zaroka rastî îstîsmarê tê wê çawa malbata wan hebe? An jî kesek ji ber zayenda xwe şîdetê dibîne, wê behsa kîjan ahlaqî bê kirin."   ‘Edliyeya em neçûnê nemaye’   Tulînê her wiha ev tişt diyar kir: “Jin herî zêde li malên xwe û ji aliyê mêrên ku dixwazin dest jê berdin tên qetilkirin. Mêr vê peyamê didin; tu der barê pêşeroja xwe de biryaran bigirî wê dawiya te wisa be. Der barê jiyana malbatê de edliyeya ku em neçûnê nameya. Em bi malbatan re dozê dişopînin. Ji me piştgiriya hiqûqî xwesetine an jî piştgiriyek din. Em jî li wê dinêrin.Em li gel wan cih digirin.”   Ji bo jinan 24 saet vardiya   Tulînê axaftina xwe wiha domand: “Ji her temenî jin, zarok an jî mêr li xeta me digerin. Jinên dildar di komeleyê de xiebitin. Em 24 saetan di vardiyayê de ne. Em di xeta whatsapê de ne. Kuştina jinê be em eleqeder dibin û daxwazê wan çine em dinêrin. Ger bêjin çapemenî em didin çapemeniyê. Em agahiyên rast didin. Parêzerên me hene. Der barê qanûna 6284 de em agahiyan didin jinan. Di esasa serlêdanan de em  li ŞONÎM’ê digerin. An jî em li xeta 183 digerin. Sûcên li hember jin û zarokan zêde bûne. Ji ber vê em her meh çeteleya şîdetê diweşînin. Em hewl didin şîdetê bidin xuyakirin. Şîdeta li ser jin û zarokan ji newekheviyê pêk tê. Peymana Stenbolê gelek bi nirx e. Dibêje ‘vê newekheviyê ji holê rake tu nikaribî biparêzî pêvajoyek bi bandor bide destpêkirin. Êrîşên zayendî zêde bûne. Ji ber polîtîkayek bi bandor tune ye.”   ‘Ger ev sûc be, em ê bidomînin’   Tulînê destnîşan kir ku malbatan li her çar alî Tirkiyeyê bersiva doza li komeleyê hatiye vekirin daye û wiha daxuyand: “Gelo di vê bûyerê de bêahlaqî li ku heye. Li gorî wan tiştên nav çar dîwaran de tên jiyîn bila kes pê nizanibe. Bila kes dengê xwe dernexe. Lê ahlaqê me û yê wan lihev nake. Ger ev sûc be bêahlaqî be em ê bidomînin.  Mêrên ku nefeqeya xwe nedane gilî kirine. Di faliyetên komeleyê de tiştekî nabînin ji bo dozê vekin sûc diafirînin. Armanca wan ev e ku çavê aliyên demorkatîk bitirsînin. Lê platforma me ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin.”   ‘Divê jin mafên xwe bizanibin’   Buşra Yabaşkul di 21’ê Çileyê 2021’ê de ji aliyê Orkun Çevîk yê dest jê berdabû ve hat qetilkirin. Dayika wê Zuhal Yabaşkul da zanîn ku di cenaza keça xwe de endamên platformê nas kiriye û ji wê rojê de ye endamên platformê piştigrî dane wan û wiha vegot: “Di dozê de cesaret dan min. Bi saya wan bêdeng nemam. Min tiştek nizanibû. Dema ev bûyer hat serê min ez edliye, dozger, dadger fêr bûm. Divê hemû jin bizanbiin. Komeleyê hêz da min. Min deriyê edliyeyê jî nizanibû. Ez fêr bûm.”   ‘Ez ji wan keça xwe dixwazim’   Zuhalê dawiya axaftina xwe de balkişand ser doza li platformê hatiye vekirin û wiha bidawî kir: “Ez ji polîtîkayê fêm nakim. Heta wijdan û hişê min têr bike ez ê biaxivim. Keça min mir. Bila yên din nemirin. Bila dayikên din negirîn. Derdê min ev e. Ez ji kesên vê platformê digirin keça xwe dixwazim.”