ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-26 09:00:00     * Her weku gelek lêkoleran jî di lêkolîn û pirtûkên xwe de daşan kirine ku xak û maka Zagros, Toros û Mesopotamiya mezin anku welatê rojê wargeha yekemîn a şoreşa ji qonaxa Holosînê ber bi şoreşa çandiniyê ye. Gundên “Bêstansûr û Zeviya Çemê” ê li başûrê welêt, “Girên Mirazan, Girê reş û Girê Keviran” li bakur û zêda Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê belgeyên arkeolojî û zanistî yên vê rastiyê ne ku pajeke mezin ji fikir, ked, xwîn û xwêdana jinxasan bûye li vî welatî ku bi fikir, felsefe û baweriyên Mêhrî-Mîtrayî  berxwedêriya vê şoreş û îcatkariyê kirine. Ew bi fikir rêbaza mêhr û ronahiyê, bi ked û xebatê şoreş û di ruhm û hemêza xwe de zar anîne dunyayê, mezin kirine û kirine xizmeta dergûşa mirovahiyê. JI PÊNÛSA JINAN   *Fatma Dagdelen û Ezîze Ceylan ên ku ajalan xwedî dikin ji ber qeyrana heyî neçar dimînin ku ajalên xwe bifiroşin. Jinên ajalan xwedî dikin gotin jêderka debarê ya gundan ajalvanî ye lê ji ber qeyrana aboriyê ew nikarin ajalên xwe têr bikin. DÎMEN HEYE   *Ligel çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan hatî destpêkirin, bangewaziya malbatên girtiyan jî didome. Malbatên girtiyan ên Botanê diyar kirin ku bêdengî mirinê bi xwe re tîne û li dijî mirinê divê kurd tifaqa xwe ava bike. BI DÎMEN    *Nura Abay a 76 salî ku li nav bajêr çanda nanê tenûrê diparêze wiha dibêje: “Em jinên kurd di parastina kevneşopiya xwe de gelek bi israr in. Em bi nanê tenûrê ku dipêjin tahma demên berê tînin roja îro.” DÎMEN HEYE   *Beriya 3’yemîn rûniştina doza kujer Onur Gencer ku Denîz Poyraz qetil kiribû, rêxistinên jinan banga xwedî derketina li dozê kirin û her wiha destnîşan kirin ku kujer ne tenê yek kese û hêzên li pişt wî jî derkevin holê. BI DÎMEN    *Endama Komeleya Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Tulîn Polat da zanîn ku doza li KCDP’ê  hatiye vekirin hemû aliyên civakê hedef digire û got jin dîsa xwe digîhinin wan û wê vî sûcê xwe dîsa bikin. Zuhal Yabaşkul jî ku keça wê di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest da û ji roja ewil de ligel platformê ye da zanîn ku ew ji kesên ku hewl didin platformê bigirin keça xwe dixwaze.  DÎMEN HEYE   *Ji ber polîtîkayên hevpar ên Enqere, Bexda û Hewlêrê bi sedan kurd li Herêma Federal a Kurdistanê bi îşkenceyê re rûbirû dimîn, tên girtin û tên qetilkirin. Yek jî wan Îsmaîl Uçar e. Keça wî Hezar Uçar a ku li Mexmûrê dijî got: "Bi salane li ser esasê berjewendiyan hevkariyê dikin. Ev hevkarî dibe sedem ku bi sedan zarok wekî min bê bav biminîn." BI DÎMEN    *Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Birol a ku êrişên TSK û PDK'ê nirxand wiha got:"Ew derfet tune ye ku daxwaza mafê gelê kurd a rewa, sekna bi rûmet a gelê kurd bi rêbazên şer ji holê bê rakirin."  BI DÎMEN