Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê 52 roj in didome 2022-04-25 16:35:11   ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê 52 roj in didome. Malbatan banga serbestberdana girtiyan kir û her wiha êrişên ku li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin jî şermezar kir.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 52'yemîn de didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexwe û binpêkirina mafên girtiyan.    Dayika Firak Yagmekan ê ku li Girtîgeha F- ya Kiriklarê dimîne Sultan Yagmekan di çalakiya îro de axivî û got: "Demên dawiyê bêtir bi ser girtiyan de diçin û zilmê li wan dikin. Her wiha girtiyên nexweş bi tu awayî nayên tedawîkirin. Girtiyan terkî mirinê dikin. Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin."   Sultan, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Em bang li malbata Barzanî dikin ku bila dawî li êrişan bîne. Êdî bes e. Em hevkariya Barzanî bi Tirkiyeyê şermezar dikin. Bila Barzanî guh bide dengê kurdan, dê heta kengê guh nede kurdan."