Li Reqayê êriş hatin şermezarkirin 2022-04-25 15:25:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên dewleta Tirk, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê xwepêşandanek li dar xist û piştre jî daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku li dijî êrişan dê têkoşinê mezin bikin.    Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û gundewarên wê li pêşiya çerxerya Firûsiyê ya Reqayê kom bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Em ê li dijî hemû peymanên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin armanc li ber xwe bidin, na ji dagirkeriya Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê re" rakirin.   Xwepêşandêran dirûşmên wekî "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji peymana lêkirina dîwarê parçekirinê re", "Bijî Rêber Ocalan", "Bijî yekitiya gelên Sûriyeyê" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li çerxerêya Firûsiyê endama Nivîsgeha Perwerdê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ebîr Xelef axivî.   Zenûbiya diyar kir ku êrişên ku pêk tê şermezar dikin û wiha axivî: "Me ev çalakî ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana lêkirina dîwarê parçekirinê ya bi erêkirina partiya Barzanî, li dar xistiye."   Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen Xelef jî daxuyanî xwend û got: Dewleta Tirk bi hinceta şoreşa Sûriyê û bi piştgiriya (Artêşa Azad) ji bo hilweşandina rejîma Baasê, siyaseta derxistina fitneyê di nava gelê Sûriyê de meşand. Her wiha li dijî gel qetilkirin, koçberkirin pêk anî û hemû pîvan û peymanên navneteweyî, exlaqî û mirovî bin pê kirin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêya sînorên xwe piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir.   Li ser vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir û parastina xak û rûmeta xwe kir. Her wiha bêyî alîkariyê ji tu aliyan bixwaze QSD'ê ava kir. Vê hêzê karîbû xaka xwe ji terora DAIŞ'ê rizgar bike ku gef li hemû welatên cîhanê dixwe.   Ev serkeftin li xweşiya dewleta Osmanî nehat, lewma êrişî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Bi vê yekê ji dewletên cîhanê re da îsbatkirin ku ew ê projeya DAIŞ`ê dewam bike û xewna dagirkeriyê zindî bike.   Ji 17'ê Nîsnanê ve êriş dewam dikin û îro jî bi beşdariya hikûmeta Barzanî siyaseta sîxurtiyê tê meşandin. Êdî eşkere ye ku dewleta Tirk paşberdeya siyaseta xwe ya dagirkeriyê eşkere dike û bakurê Iraqê û Sûriyê jî dike deriyê dagirkirina hemû dewletên Rojhilata Navîn. Li ser vê yekê divê Rojhilata Navîn li hemberî xeteriya dagirkeriya Tirk hişyar be."